MARSÎLYA – Bi pêşengiya Ciwanên Kurdistanî ên Fransa (CKF) li Marsîlyayê ji bo bîranîna Şehîd Çekdar Canfeda Med tûrnûvaya futbolê hat lidarxistin.
Tûrnûvaya ku 10 tîm bi dirûşmeya li dijî asîmîlasyon û qirkirina çandî li her derê rêxistinbûyîn pêk hat, piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Turnuvayê bi axaftina vekirinê berdewam kir.
Di axaftina vekirinê de li ser navê CKF’ê Serhed Kop axivî û diyar kir ku armanca lidarxistina turnuvayê parastina ciwanên Kurd li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirina çandî yên heyî ye.
Serhed Kop bal kişand ser nameya Rêber APO ya di 3’ê Nîsanê de ji ciwanan re şandiye û got, “Daxuyaniya Rêber APO ya ‘Rêxistin bibin’ ji bo me talîmatek e. Weke ciwanên Rêber APO em ê di çarçoveya jiyana komunal de xwe bi rêxistin bikin û di avakirina civaka sosyalîst de cih bigirin.”
Serhed Kop, diyar kir ku turnuva ji bo Festîvala Ciwanan a Şehîd Engîn Sîncer a li Marsîlyayê tê lidarxistin, amadekariyek e û got, “Turnuva wê heta mîhrîcanê bidome. Em ê li qada mîhrîcanê xelatan bidin tîma serketî.”
Turnuvaya ku piştî axaftinan bi moraleke mezin dewam kir, bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” bi dawî bû.