HALEP – Yekitiya Jinên Ciwan û xwendekarên Halebê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO bi dirûşma “Ji bo azadiyê dem dema pêşengtiyê ye” li Halebê texa Şexmaqsud meşek girseyî li dar xist. Meş Şerqî dest pê kir û gihişt Qada Cebanat. Bi gihiştina Qadê ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Piştre li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan ên Halebê ji aliyê Zeynep Abdo ve daxuyanî hate xwendin. Meş bi qîrîna dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok APO” bi dawî bû.
Daxuyanî wiha ye;
“Daxuyaniya ji bo raya giştî
Di serî de em serî li ber hemû şehîdên vê şoreşê ditewînin. Van şehîdan ji bo şoreşê û azadiya fîzîkî ya Rêber APO canê xwe feda kirin. Em ê jî weke jinên ciwan rêya şehîdan bişopînin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Ji ber vê yekê me îro bi dirûşma “Ji bo azadiyê dem dema pêşengtiyê ye” meşek li dar xist û em ê di bin vê dirûşmeyê de ji bo Rêber APO çalakiyên din jî plan û pêk bînin. Heta ku Reber APO fizîkî azad bibe. Ji ber ku bêyî azadiya Rêber APO em jî azad nabin. Rêber APO hemû jiyana xwe ji bo çareseriyê, bi taybetî ji bo tevgera azadiya jinê diyarî kir. Lewma erka me ye ku em têkoşîna xwe xurt bikin. Di serî de Reber APO derfetê dide me ku em di şoreşê de rola xwe bilîzin. Bi berxwedana jinên azad emê Komploya navneteweyî têk bibin”