MARSÎLYA – Di Ciwanên Kurd a Fransayê (CKF) li Navenda Çanda Kurd a Marsîlya ya Fransayê li hev civiyan û kongreya xwe ya salane pêk anîn. Di kongreyê de di derbarê bersivdayîna pêvajoyê, guhertina meclîs û desteya rêveber û şêwazê xebatan nirxandin hatin kirin.
Beriya destpêkirina kongreyê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêz li kesayetên pêşengên Tevgera Ciwanan Şehîd Elî Çîçek, Şehîd Baran Mawa, Şehîd Bişeng Brûsk û Şehîd Hogir Botan hate girtin.
Li dû rêzgirtinê nameya ku Rêber Apo ji ciwanan re şandibû hate xwendin. Piştî name hate xwendin, pêvajoya siyasî hate nirxandin.
Di nirxandina xwe ya li ser pêvajoya siyasî de, rola pêşeng a ciwanan di vê serdemê de hate gotin. Her wiha hate gotin ku divê ciwan bi lez bikevin nava pêvajoyê û divê rêxistinbûn li gorî perspektîfa ku Rêbertiyê şandiye pêk were. Piştî nirxandina pêvajoya siyasî, rola ciwanan di avakirina Modernîteya Demokratîk de hate nirxandin.
Piştre xebatên di salekê de hatin kirin bû mijarên nirxandinê. Piştî rexne, rexnedayîn û nirxandinan endamên meclîsê yên nû hatin hilbijartin.
Parlamento ji 40 kesan pêk hat û du hevserok hatin hilbijartin. Endamên meclîsê yên hatin hilbijartin helwesta xwe ya li ser pêvajoyê û îdiayan diyar kirin. Her wiha destnîşan kirin ku ew ê li dijî pirsgirêkên exlaqî û gefên şerê taybet ên di encama pergala Kapîtalîst de li ser civakê tên jiyîn giraniyê bidin xebatên çandî û exlaqî û bi meclisa xwe ya nû ve bersivê bidin banga Rêbertiyê ya ji bo ciwanan.
Li dû axaftinan şeva moralê hate lidarxistin. Çalakî bi govendên ku bi hunermendên herêmî hatin lidarxistin bi dawî bû.