QAMIŞLO – Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyê civîna meclîsa xwe ya giştî ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûrî lidarxistin. Civîn li bajarê Qamişlo pêkhat û du rojan berdewam kir.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê cangoriyên azadiyê destpêkir. Derbarê geşedanên dawî ku li seranserî cîhanê û bi taybet li Sûriyê rû dane, rewşa siyasî bi berfirehî hat nirxandin. Her wiha, rewşa Rêber APO, bi taybet piştî banga Aştiyê û Civaka Demokratîk hat nirxandin. Di civînê de banga Rêber APO û peyam ji bo 8’ê adarê, roja jinên kedkar ên cîhanê, û peyama ji bo ciwanan jî hat xwendin.
Di civînê de raporên xebatê qadan hatin xwendin. Rewşa kar û xebat û rewşa rêxistinî ji aliyê xwendekaran ve hat nirxandin. Xwendekaran anîn ziman ku “pêvajoya heyî kedeke pir mezin dixwaze, ji bo wê jî erk û berpirsyariya herî zêde ji xwendekaran tê xwestin”. Her wiha hat gotin ku “Peyama Rêber APO rê li ber gelek guhertin û veguhertinan vekir û ji bo wê pêwîst e em li gor vê yekê tevbigerin û erkên xwe yên demê pêk bînin”.
Civîn bi derxistina plansaziyên xebatê hat bi dawî kirin.
Xwendekarên ku beşdarî civînê bûn, li ser rewşa xwendekarên heremê, li ser banga Rêber APO û rewşa siyasî yê Sûriyê axivîn.
Endama Yekîtiya Xwendekaran Behiya Mehmûd el Mehmê a ku ji bajarê Hesekê ye, anî ser ziman ku erkê azadkirina fîzîkî ya Rêber APO dikeve li ser milê xwendekaran. Her wiha, gotina Rêber APO ku dibêje “Me bi ciwantî me destpêkir emê bi ciwantî biserkevin” anî ser ziman û diyar kir ku xwendekar ewên ku rola herî çalak di nava civakê de dilîzin in û divê xwendina xwe bixin xizmetê hemû civakê.
Her wiha, xwendekaran hevdîtinên di navbera QSD û hikûmeta Şamê erênî nirxandin û hêviyên xwe bi jiyanekî azad û wekhev di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê anîn ser ziman. Xwendekaran girîngiya xwendina pirtûkên Rêber APO ji bo afirandina jiyanekî nû diyar kirin.