HESEKE – Îro di saet 12’an de li bajarê Hesekê ji aliyê gel ve meşekî li dijî astengkirina alîkariya mirovahî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji Beravê Sûriyê re hat lidarxistin. Xelkê bajêr nerazîbûna xwe li hemberî kiriyarên hikumeta Colanî nîşan da. Çeteyan girêdayî HTŞ di duh mehên dawî de zêdetirî 2000 kesên ji gelê Elewî bi awayekî hovane kûştin, û rê nedan ku konvoyên alîkariyê mirovî yên Rêveberiya Xweser bigihêjin Beravê.
Meş bi tevlîbûna sedan şênî li kêleka Dibistana Can Hejar destpêkir û heta lîstokgeha şehîdan a taxa Miftî berdewam kir.
Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa “Em rêgirtina li derbasbûna alîkariyên mirovî ji bo gelên Beravên Sûriyê ji aliyê hikûmeta Şamê şermezar dikin”. Her wiha, dirûşmeyên “Bijî biratiya gelan” û “Bijî jiyana demokratîk” hatin berzkirin.
Di dawiyê de daxuyaniyekî ji aliyê şêniyên Hesekê ve hate dayîn: “Em îro piştgiriya gelên bajarên beravên Sûriyê dikin û ji vir û şûnde em biratiya gelan ji we re radigihînin û em ê berdewam bin li ser piştgiriya hemû gelên herêmê, heta pêkanîna demokrasiyê li hemû deverên Sûriyê.



