Gerîl
Arazad ku di 2014’an de tevlî refên JYA Star bûyî qala dema tevlîbûnê û piştî tevlîbûnê; Kurdbûn û ji welatê xwe weke mirovek û weke jin û gerîlayek, qala qezençkirina wateya têkoşîn û jiyanê kir.
Arazad wiha ji ANF’ê re axivî; “Li çiyayan me dilê xwe da têkoşînê. Weke jinekê li çiyayan jiyîn, xwedîtin û li vir weke xwebûn; mirovok, jin û weke mîtlîtaneke jin xwe dîtîn herêma herî berbiçav e. Dema ez beşdar bûn, min fêm kir ku ez li kû me. Min ev têkoşîn dereng dît lê baş bû min dît. Li van çiyayan ez fêrî rêveçûn, axaftin û ya herî giring fêrî zimanê xwe yê dayikê bûm. Wateya peyva dayik çiye li van çiyayan herî zêde fêr bûm. Li van çiyayan em fêrî têkoşînê bûn. Ez li van deran mezin bûm û li vir hilmê distînim. Felsefeya Rêbertî, ronahî û di rêya ku nîşandayî de rêveçûn cuda ye. Hêviyên me her tim zindî ye.”
DEMA EZ HATÎM TIRSIYAM
Di rastiyê de cara destpêkê ku ez hatîn çiyayan ditirsiyam. Ji ber ku min nedizanî çawa bimeşim. Em fêr bibûn ku kesek destê me bigre û me ferî rêveçûyînê bike. Di carekê de ku destê te berdin tê çi bikî, ji kê hêz bigre di destpêkê de me çareser nekir. Gelek caran zorî hebûn. Li van deran bazdan li patîkayan xwîn-xwêhdan rijandin cûda ye. Rêbertî dibêje ‘Bila her kes berê xwe bide çiyayan’. Ez ferî van têgihan bûm. Tu çiqas ji heskirina xwe bidî çiyayan, wateyê bidî wê ewqas te bihewîne. Car pêwîst bike wê te li dijî dijmin biparêze, wê te li axa xwe mezin bike û te bihewîne. Ez bi hemû awayî xwezayê dijîm. Ez hîs dikim ku dema pel diweşin. Dema ku ez karekê dikim û temaşeyî destê xwe dikim bi ked, fikir û nêrînên xwe ez kêfxweş dibim. Ez di wê ferqê de me ku ji bo vî gelî tiştekê bikim.
ÇIYA MAMOSTAYÊ HERÎ MEZIN E
Watedayîn, ketina nava hewldanên fêrbûnê, ji bo kesekî ku mereq bike min dît ku tiştek ne zor e. Ji ber ku çiya hemû pêdiviyan dide mirovan. Ji bo mirovekî ku dixwaze fêr bibe li her cihî hembêza xwe vedike. Ez fêr bûm ku dema rastî dijmin werim çawa şer bikim. Roj hene dijmin bi awayekî dijwar êrîş dike. Di demeke wiha de tu dev ji xwe di berdî û dixwazî yê li derdora xwe biparêzî. Lê piştre tu hîn dibî ku dema tu dixwazî rêhevalê xwe biparêzî, çiya me hemûyan diparêze. Çiya weke dayikekê singa xwe ji bo me hemûyan vedike. Hemû kesan mezin dike, ê ku xeletiyan jî bike ceza dide. Çiya mamostayê herî mezin e.
Her ku dem diçe mirov bi çiyayan re dibe yek û cihên ku mirov zerarê nediyê; tu fêr dibî ku pêwîst e hinek keviran ji cihê wê rabikî. Dema ku mirov temaşeyî çiyayekê dike, texmîn dike ku li pişt çiya cihekî rast heye yan jî çiyayek din heye. Dema ku mirov bi texmînên xwe re tê beramberî hev ku rastî derdikeve matmayî dibî. Çi dibe bila bibe ez ne bê çareserî me. Beriya niha gelek mirov li van çiyayan derbas bûn û gelek zorî dîtin lê bi ser ketin. Niha dibêjim dora min e.
EZ HÎN BÛM KU HÊZEKE MIN HEYE
Li her cihî û li hemû herêman ez fêr bûm ku em tine hatine hesabikirin, ewqas hatine cUdakirin, em ji gelek tiştan hatibûn dûrkirin; heskirin, hêvî û têkoşîn çiye me ji bîr kirîbû. Di roja destpêkê de ku te gav avêtî çiyayan, dema ku hêza te derdikeve mirov matmayî dimîne. Kurdbûn, jin û mirovbûyîn bi me nehate jiyan kirin. Bi demê re her ku dikevî nava hewldanan mirov hêza xwe, tişta bike û bihizire dibîne.
JI BO GEL FEDA KIRIN
Azadî ji bo gelê xwe xwe fedakirin e. Ji bo hemû jinan çiya, gaveke herî mezin ya azadiyê ye.Ti car dev ji têkoşîna azadiyê bernedan, tişta ku herî pêşî û herî baş hîn bûm ev e. Ji bo vê hê bêhtir dixwazin ji bo gel têbikoşim û di oxira gelan de têbikoşim. Dema ku ji bo azadiyê direvim, hemû astengiyên ku derdikevin pêş li dijî wê têkoşîn kirine. Ev jî bi demê re te mezin dike. Ji ber ku tu dixwazî wate bidî, wateyê bi dest ve bînî û ti hînî rastiya wateyê dibî.”
Nûçê ciwan (Dûya Qasim)