Tevgera Ciwanan a Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan a Şoreşger (DGKH) diyar kirin ku ew beşdarî pêngava ‘Serîl Hilde’ ya Komalên Ciwan dibin.
NAVENDA NÛÇEYAN – NÛÇE CIWAN
DGH û DGKH’ê diyar kirin ku, ji pêvajoyeke dîrokî û stratejîk derbas dibin û êrîşên li ser gelê Kurd û tevgera azadiyê zêdetir dibe.
Di daxuyaniya hevpar a DGH û DGKH’ê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Feraseta faşîst xeyala wê ev e ku gelê me yê qehreman ji holê rake. Di demên dawîn de jî li ser tendirustî û ewlehiya Rêbertiya me hin agahiyan belav dike û planên qirêj dike. Divê ev tişt were zanîn ku Rêbertiya me, sedema me ya jiyînê ye û em amade ne ku, ji bo Rêbertiya xwe her tiştî bikin.
Li dijî van êrîşên li ser Rêbertiya me, gelê me û tevgera me em pêngava ‘LI DIJÎ FAŞÎZMÊ SERÎ HILDE’ didin destpêkirin. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû ciwanên şoreşger û demokrat û welatparêz dikin ku, dakevin qadan. Ji niha û şûnde hemû kes, mal, wesayît, sazî, dezgehên ku bi dewletê re dixebitin, armanca me ya pêşîn in. Êdî qonaxa hişyarkirinê derbas bûye. Ji ber vê jî divê hemû ciwanên şoreşger li taxan, li kolanan, li zanîngehan, li gundan û fabrîqeyan înîsîyatîfê bistîne û bi giyanê fedaî tola şehîdan bistînin. Em tevgera serîhildanê ya ya herî heybet a dîrokê didin destpêkirin û bang dikin ku em derbeya dawîn li faşîzmê bixînin û Rêbertiya xwe azad bikin.”