MEXMÛR – NÛÇE CIWAN
Bi beşdarbûna 513 delegeyan TJCM’ê duh li Wargeha Mexmûrê di dirûşma ‘Bi tolgirtina jinên ciwan serî hilde ji bo Ocalan’ 2. Kongreya xwe li dar xist. Di kongereyê de pêngava ‘Serî Hilde’ bi ruhê xurtkirina tekoşînê hat pêşwazîkirin.
Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê (TJCM) duh li Salona Konferansê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi beşdarbûna 513 delegeyên ji jinên ciwan û mêvanan pêk dihat 2’yemîn Kongraya xwe ya asayî li dar xist. Di kongreya TJCM’ê de bi giranî li ser rewşa ewlehî û tenduristiya ne diyar a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate sekinandin û sekna heta azadiya Ocalan bi şev û roj têkoşîn kirin hate nîşandan.
2. Kongreya Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê duh di demjimêr 08:30’an de li Salona Konferansê ya Wargeha Mexmûrê di kesayeta Şehîd Axîn Amed, Bêrîvan, Elî Çîçek û Huseyîn Şirnex de ji bo tevayî cangoriyên azadiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
‘Em ê li dora Rêbertiya xwe bibîn xelekek ji agir’
Axaftina vekirinê ya kongreyê ji aliyê endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Sara Hogir Ruha ve hat kirin. Ruha di axaftina xwe de 2. Kongreya TJCM’ê diyarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, şehîdên tekoşîna azadiyê û jinên ji di ber azadiya xwe de bi şev û roj di nava têkoşînê de ne kir. Di dirêjiya axaftina xwe de wiha got; “Li seranserê Kurdistanê dijmin û dagirkerên gelê Kurd di şexsê Rêber Apo de hemû cure tecrîd, êrîş û zextan, kiryarên nehiqûqî û dijmirovî li ser gelê Kurd dide meşandin. Bi taybet di vê pêvajoya ku em têde ne, em agahî ji Rêbertiya xwe nagirin. Dijmin dixwaze di şexsê Rêbertiya me de têkoşîna bi rûmet ya gelê Kurd bifetisîne. Lê ciwanên Kurd, jinên ciwanên Kurd û azadîxwaz û gelê Kurd û dostên wê mîna 39 salên derbasbûyî tu caran serî li hemberî tu cureyên êrîş û polîtîkayên çokdanînê nedaniye. Lewma di pêvajoyek wisa hesas de bi potansiyelek wiha lidarxistina Kongreya Jinên Ciwan û sekna tekoşîna azadiya Rêbertî dayîna nîşandan weke guleyekê dikeve di çavên dijminê gelê Kurd de. Em weke jinên ciwan, bi taybet jî weke jinên ciwan ên Wargeha Mexmûrê em ê heta azadiyê li dijî hemû cure polîtîkayên çokdanînê û êrîşên zîhniyeta zilamsalarî têbikoşîn, li derdora Rêberê xwe bibîn xelekek ji agir, hemû xeyalên dijminên welat û gelê xwe pûç bikîn û xeyalên azadiyên ên gelê Kurd bi azadkirina fizîkî ya Rêbertiya xwe bînîn cih.”
‘Zarokên Mexmûrê zarokên min in’
Ruha di axaftina xwe de da zanîn kû azadiya jinê, azadiya gelê Kurd û tevayî mirovahiyê wê bi azadiya Rêberê PKK’e Abdullah Ocalan gengaz bibe û dawî li axaftina xwe anî; “Rêber Apo dibêje ‘zarokên Mexmûrê zarokên min in’. Ji bo wê jî ji hemû deverên Kurdistanê zêdetir erkê herî giran û dîrokî dikeve ser ciwan, jin û gelê wargehê. Lewma divê em weke jinên ciwanên Mexmûrê ji bo azadiya xwe û hebûna xwe pêwîste em destpêkê Rêbertiya xwe bi fizîkî azad bikîn. Eger Rêbertî azad nebe em jin tu caran nikarîn bibêjin em azad in. Lewra ya dikeve li ser milên me ew e ku bi têkoşîn û berxwedanek bêhempa li dora Rêbertiya xwe bibîn xelekek ji agir û hemû lîstik û planên çokdanînê yên dijminên xwe vala derxin û bixin taritiya dîrokê. Bi van hest û ramanan 2. Kongreya TCJM’ê li Rêber Apo, şehîdên têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd, tevayî jinên ciwan ên Kurd û dostên wam û bi taybet li jinên ciwan ên wargehê li gelê wargehê pîroz dikim”
Piştî hilbijartina dîwana kongreyê, perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rapora xebatên du salan a TJCM’ê hate xwendin. Her wisa peyamên jinên ciwan ên Rojava, Başûr, Bakur, Rojhilat her wiha peyama Meclîsa Îştarê û Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Mexmûrê hatin xwendin.
Rojeva kongreyê piştî nîvro bi nîqaşên rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rewşa siyasî û rêxistinê berdewam kir. Di piraniya axaftinên rewşa siyasî de rewşa Ocalan ya di bin şert û mercên giran yên tecrîtê û rewşa nediyar a tenduristî, ewlehiya Wî hate dest girtin. Li ser vê bingehê sekna xurtkirina têkoşîna azadiya Ocalan û azadiya jinê di naveroka nîqaşan de derket pêş.
Piştî pesendkirina rêzikname û derbaskirina pêşnûmebiryaran, meclîsa TJCM’ê ku ji 17 endaman pêk dihat û navê wê bû Meclîsa Şehîd Axîn Amed hat hilbijartin.
Axaftina girtinê ya 2. Kongreya Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê (TJCM) ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Cîhan Cûdî ve hate kirin. Cûdî di axaftina girtinê de sekna jinên ciwanên Mexmûrê û biryardariya wan ya xurtkirina tekoşîna azadiya jinê û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dilgermî pêşwazî kir. Her wisa da zanîn ku çawa azadiya civakê bi azadiya jinê gengaz e, bi heman awayî azadiya jinê jî bi azadiya Ocalan gengaz e. Yanî eger Ocalan azad nebe, ne jin dikare azad bibe ne jî civak. Lewma divê jinên ciwan yên Mexmûrê ji bo bidestxistina azadiya fizîkî ya Ocalan û azadiya xwe divê bi şev û roj din ava çalakî û têkoşînê de bin. Cûdî di dawiya axaftina xw de 2. Kongreya TCJM’ê li Ocalan, şervanên azadiyê, jinên azadîxwaz, li tevayî jinên ciwan yên Mexmûrê û li gelê Mexmûrê pîroz kir.
Piştî axaftina girtinê bi amadebûna tevahiya delegasyona kongreyê daxuyaniyek nivîskî ya çapemeniyê têkildarî rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, pêngava ‘Serî Hilde’ ya ji aliyê Komalên Ciwan ve hatî destpêkirin û li beramberî hemû êrîşên dijmin û hevkarên wî yên li hemberî hebûna gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd dide meşandin, hate dayîn. Daxuyaniya çapemeniyê ku ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa TCM’ê Dilarîn Amed ve hat xwendin de, banga beşdarbûna berxwedan û tekoşîna azadiya Ocalan, gelê Kurd, azadiya jinê û Kurdistanê hat kirin û dirûşmeyên li hemberî dagirkerî, tecrîd, tecawîz û polîtîkayên çok danînê serî Hilde hatin qîrîn.
2. Kongreya Jinên Ciwanên Mexmûrê (TJCM) heta direngiya şevê li ber stranên koma jinên ciwan ya girêdayî Navenda Çand û Hûnera Mexmûrê (NÇHM) Koma Şehîd Berçem gerandina govenda azadiyê bi dawî bû.
MAHMUR – NÛÇE CIWANMaxmur Genç Kadın Hareketi, 2’nci Olağan Kongresi’ni 513 delege ve üyenin katılımıyla gerçekleştirdi.
Maxmur Genç Kadın Hareketi (MGKH), 2’nci Olağan Kongresini 513 genç kadın delege ve üyenin katılımıyla gerçekleştirdi. Mahmûr (Şehit Rüstem Cûdî) Kampı’nda bulunan Konferans Salonu’nda dün yapılan kongreye delegelerin yanı sıra çok kişi katıldı. Kongrenin önemli gündemlerinden biri de 18 yıldır ağır tecrit altında olan PKK Lideri Abdullah Öcalan olurken, tecritin kaldırılması ve özgürlüğünün gerçekleşmesi için mücadelenin önemi üzerinde duruldu.
Kongrenin açılış konuşması yapan Genç Kadın Topluluğu Koordinasyonu (Koordinasyona Komalên Jinên Ciwan) Sara Hogir Ruha, uzun süredir hiçbir şekilde Öcalan’dan haber alınamadığını hatırlatarak, Türk devletinin bununla Kürt halkının mücadelesini boğmak istediğini kaydetti. Kürt gençeleri, kadınları ve halkının 39 yıldır sergiledikleri mücadeleleriyle faşist devletlerin önünde baş eğmediğini dile getiren Sara Hogir Ruha, “Bu direnişle, mücadeleyle hem Serok Öcalan’ın özgürlüğü, hem de Kürt halkının özgürlük taleplerinin gerçekleştirilmesi için daha çok mücadele verilmeli” dedi.
Öcalan’ın her dönemde Maxmur’a çok değer verdiğini kendileri de bu çerçevede yaklaşması gerektiğini dile getiren Sara Hogir Ruha, Maxmur’un genç kadınları, gençleri, olarak önce haber alma sonra da fiziki özgürlüğü için mücadelelerini ortaya koymak gerektiğini söyledi.
Ruha’nın konuşmasının ardından Öcalan’ın perspektifleri ve hazırlanan 2 yıllık rapor okundu. Hazırlanan yeni tüzükle birlikte Maxmur Genç Kadın Hareketi’nin ismi de Şehit Axîn Amed Meclisi olarak değiştirildi. Kongrenin ardından genç kadınlar başlatılan “Serî Hilde” (Başkaldır) hamlesine destek için hazırladıkları basın metnini okudu.
Kongre Maxmur Kültür Sanat Merkezi’nin Koma Şehîd Berçem’in konseriyle son buldu.