Êrîş, zext û dagirkeriya rejîma faşîst a AKP-MHP her ku diçe zêdetir dibe. Her roj zext ser ciwanan tê meşandin.Îro jî di serdegirtina malên xwendekarên Zanîngeha Kafkasê de 5 xwendekar hatin binçavkirin.
QERS-ROJACIWAN
Li dijî malên xwendekarên Zanîngeha Kafkas a Qersê di saetên sibê de operasyonek hem wext pêk hat. Piştî serdegirtina malan Yusuf Aktar, Muslum Aslan, Mevlan Aytekîn, Tansu Ozbey û xwendekara paşnavê wê nehat zanîn Zehra hatin binçavkirin. Xwendekarên hinceta binçav kirina wan nehat zanîn, birin Midûryeta Polîsan a Qersê.
Nûçê ciwan
(DQ)