Li Rihayê zarokek di nav dêza pembû de mirî hate dîtin

Li Rihayê zarokekî din jî di nav dêza pembû de mirî hate dîtin.

Li Heranê ya Rihayê, zarokê 14 salî Beşar Guneş ê ku dema pembû hate rakirin venegeriya malê, cenazeyê wî di nav dêz pembû de hate dîtin. Hate gotin dema ku Guneş di nav dêza pembû de razayî, pembûyê ku hatî rakirin dema ku dihate valakirin bi ser de ketiye û wiha jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Guneş ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.

Meha bihurî li taxa Ulucanlar a Eyûbiyê du zarokên dî Harûn Tekdag (13) û Alî Tekdag (14) û mixaletiyê wan Huseyîn Tekdag (14) di nav dêza pembû de mirî hatin dîtin.

Nûçe ciwan

(DQ)

Nivîsa Pêş