Jinên Efrînî: Eger dewleta Tirk êrîş bike wê bersiva pêwîst bigre

EFRÎN-Ligel gef û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê, gelê Efrînê ku bi hêza xwe piştrast e bi aramî dijî. Jin û mamosteyên Efrînê helwesta xwe li hemberî van êrîşan nîşan dan.Jin û mamosteyên ku derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê nêrînên xwe anîn ziman diyar kirin ku ew ji bo hemû êrîşan amade ne û ew ê dewleta Tirk bersiva pêwîst bigier

‘DEWLETA TIRK NIKARE AXA EFRÎNÊ DAGIR BIKE’

Jina bi navê Nadye Hebîb diyar kir ku hikumeta AKP’ê nikare destdirêjiyê li xaka Efrînê bike û got: “Dewleta Tirk çiqas êrîşên xwe li ser me giran bike em ê jî heta dawiyê li ber xwe bidin. Bila nebêjin ku wê karibin axa pîroz a Efrînê bi hêsanî dagir bikin. Em bi fikir û felsefeya Rêber Apo li ber xwe didin û tu carî teslîm nabin.”

Hebîb di dewama axaftina xwe de diyar kir ku gelê Efrînê ji bo axa xwe biparêze amade ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Zerokên me ji bo parastina axa xwe li hemberî hemû êrîşan amade ne. Eger pêwîstî pê hebe em jin û dayik jî em ê tevlî zarokên xwe bibin, em ê  çekê xwe bidin ser milê xwe û derkevin qeda şer.”

‘EM DEST JI AXA XWE BERNADIN’

Jina bi navê Arziyê Ismaîl jî ev tişt got:”Çi bibe bila bibe em li dijî hemû top û tankên dewleta Tirk amade ne ku parastina xwe bikin û em dest ji axa xwe bernadin.”

‘WÊ DEWLETA TIRK NEGIHÊJE ARMANCA XWE’

Mamosteya ziman Rengîn Mehmûd jî nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser axa rojavayê Krudistanê da û got:” Dewleta kurd her çavên wê li axa Kurdistanê ye, lê wê negihêje armanca xwe û wê nikaribe hêza me bişikîne. Li gel hemû êrîşan jî em jiyana xwe ya rojane dewam dikin.”

‘WÊ EFRÎN BI RUHÊ BERXWEDANA KOBANÊ XWE BIPARÊZE’

Mamosteya bi navê Zîlan Hebîb jî êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û ev tişt got: “Çawa ku gelê Kurd berxwedanek bê hempa li Kobanê meşand ew ê ji bo Efrînê jî bimeşîne û xwe biparêze.”

Nivîsa Pêş