Bêtehamuliya rejîma Îranê ya li hemberî wêneyên Ocalan

ÎRANÊ-Li bendên kontrolê yên li Kirmaşan, Ciwanro û Selasbavecaniyê dest danîn ser telefonên ku wêneyên Ocalan, HPG, YPG, KODAR û PJAK’ê tê de hene.

Rejîma Îranê li bajarên Kirmaşan, Ciwanro û Selasbavecaniyê zextên xwe yên li Kurdan zêdetir dike. Li Kirmaşanê li benda kontrolê ya Kazançî wesayîtên Kurdan tên sekinandin û telefonên gel tên kontrolkirin. Di du rojên dawîn de hêzên rejîma Îranê 50 telefon şikand ên ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de hebûn.

LI BAJARÊN DIN JÎ TÊ KIRIN

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine wergirtin, heman zext li bajarên bi navê Selasbavecanî û Ciwanroyê jî tê kirin. li Selasbavecanî û Ciwanroyê dadgeha rejîmê gazî malbatan dike û dixwaze telefonên zarokên xwe kontrol bikin û têkildarî tiştên di telefonê de raporekê binivîsin. Têkildarî vê raporê form bi malbatan tê îmzekirin.

Kesekî ku nexwest navê xwe bide, diyar kir ku formeke wisa bi wî hatiye îmzekirin û dadgehê jê re gotiye ku, “Li hemberî kesên ku dijminatiya rejîma Îranê dike, divê em tevdîrên xwe werbigirin. Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên PKK, KODAR, YPG û PJAK’ê yên ku li Îranê qedexe ne, divê tu li derê nebin. Ji ber vê jî em tevdîrên xwe digirin.

Nûçe ciwan

(DQ)

Nivîsa Pêş