Çalakvanên jin ên Parastina Mafên Jinan pêşniyarqanûna Iraqê ya rê dide keçên di temen 9 salî de bizewicin red kirin. Endama RJAK’ê Jîno Reşîd diyar kir ku di warê fizîkî de rê nayê dayîn ku di temenê biçûk de zewac çêbibe û got ku mixabin bi hişmendiya mêr dixwazin vê qanûnê derxin.2’yê Mijdarê Parlamentoya Iraqê bi hevkariya çend hêzên Îslamî pêşniyarqanûnek der barê pêkanîna hinek guhertinên girîng di qanûnên medenî de amade kirin û ev pêşniyarqanûn li parlamentoyê hate xwendin. Ji ber biryarên cinsiyetparêz ên di pêşniyarqanûnê de gelek parlamenteran ev pêşniyarqanûn protesto kirin û rûniştin terk kirin.Ev belge yan jî pêşniyarqanûna der barê zewac û parvekirina mîrasa malê ya di navbera jin û zilam de ji aliyê rêxistinên jinan û rêxistinên medenî ve metirsîdar tê dîtin. Li gorî vê pêşniyarqanûna der barê qanûnên medenî de zilamek dikare derveyî qanûn û dadgehê, bi rêbazên olî û mezhebî bizewice û rê tê dayîn bi zarokeke 9 salî re bizewice.Çalakvanên jin ên parastina mafên jinan têkildarî vê pêşniyarqanûna Iraqê ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman
‘Ev proje dubare jinan dike qurbanî
Endama Rêxistina Xwişkên Komeleya Îslamiya Kurdistanê Şino Ebdullah li ser mijarê wiha got; “Ev projeya dubera jinan dike qurbanî. Rê dide ku keçek 9 salî bizewice. Bi ti rengî keçek 9 salî nikare malekê bi rê ve bibe. Ji derveyî vê rêjeya ne xwendekariyê zêde dike. Ji ber vê divê li dijî vê projeyê derkevin.”‘Divê welatî pêşî li vê qanûnê bigirin’Jina bi navê Perçem jî diyar kir ku rêdayîna zewaca di temenê biçûk de, wê bibe sedema malbateke netendurist bê avakirin û got ku divê welatî pêşî li vê qanûnê bigirin.
Endama Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Jîno Reşîd ji wiha axivî; “Erêkirina projeyeke wiha bi temamî li dijî mafê bingehîn ên mirov in. Ji ber ku zewaca di temenê biçûk de, di warê fizîkî de rê jê nayê dayîn. Lê mixabin di nava vê civakê de ku hişmendiya mêr û ol serdest e biryara van qanûnên ne di cih de didin.”
Çalakvan Kiwêstan Mihemed jî wiha got; “Ev pêşniyarqanûna li dijî tevahiya mafê mirovan e. Berevajî vê qanûna hejmar 8 a sala 2011’an a tundûtijiya malbatî ya Herêma Kurdistanê ye bi hemû rengî zewicandina zarokan hatiye qedexekirin. Ji ber vê pêwîst e hemû jin û rêxistin bi yek dengî li dijî vê rawestin da ku neyê pejirandin.”