YJŞ bi tevlîbuna jinên Êzidî mezin dibe

ŞENGAL – Keçên Êzidî armanca tevlîbûna xwe ya YJŞ’ê anîn ziman û diyar kirin ku ji bo têkoşîn mezin bibe hewcedarî ji hêz û beşdarbûna jinan heye.
Keçên Êzidî armanc û girîngiya tevlîbûna YJŞ’ê anîn ziman û bal kişandin ser hêz û têkoşîna jinê û diyar kirin ku azadî û yekdiliya jinê dê siberoja gelan ronî bike.  Derbarê tevlîbûn û girîngiya YJŞ’ê Ezda Ezîdxan hest û ramanên xwe wiha anî ziman:” Ez ji Rojava tevlî nava rêfên YJŞ’ê bûm. Armanca tevlîbûna min ev e ku em li axa Ezîdxanê xwedî derkevin û ji bo azadiya hemû jinên cîhanê têbikoşin. Em dixwazin bi hemû hewldanên xwe raman û felsefa Rêber Apo ya ku dê ji bo Şengalê azadîyê bike, bi cih bînin.  Ji bo jin azad bibin û zincîra koletiyê bişikînin divê tevlîbûnên mezin ji bo YJŞ’ê çê bibe.”
Ezîdxanê  diyar kir ku ew keçên Êzidî ku di destên DAÎŞ’ê de ne em ji bîr nakin û wiha berdewam kir:‘’ Ew jinên Ezidî ku li bajarê Reqayê, Dêrazorê dihatin firotin em dixwazin tola wan hilgirin. Pêwîst e em hemû jin bi taybet jinên Êzidî ji vê rewşê berpisyar bin û tekoşîna xwe bilind bikin.

Êzîdxanê di dawiya axaftina xwe de wiha got:” Ji bo tolgirtina jinên Êzidî  tevlîbûna nava refên YJŞ’ê girîng e. Em dixwazin hêza Ezîdxanê mezin bibe, berfireh bibe û ciwanê me  li Ezîdxanê xwedî derkevin.  Li ku be bila bibe pêwîst e ku em hemû li vê hêza xwe xwedî derkevin. Ji ber ku jin di êrîşên DAÎŞ’ê de bi pêkanînên hovane rû bi rû man, gerek taybet jin beşdarî têkoşînê bibin.”
Pîroz Rojava jî derbarê mezinbûna têkoşîna YJŞ’ê de hestên xwe wiha anî ziman:” Ez jî ji Rojavayê Kurdistanê  tevlî têkoşîna YJŞ’ê bûm. Ez bi armanca tolhildanê û ji bo mezinbûna têkoşîna jinê  tevlî nav hêza YJŞ’ê bûm. Gerek  em xwedî li axa xwe derkevin û  tola jinên Êzidî bigirin. Ji ber ku têkoşîna jinê dê serxwebûnê bilind bike.”

Rojavayê bal kişan ser xwedîderketandina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha domand:” Pêwîst e em hemû xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin û  armanca me ya sereke azadiya  Serokatî be. Ev 19 sal in ku Rêbertî di  nava çar dîwaran de têkoşînekê dide û  pêwîst e em xwedî li keda wî û tekoşîna wî derkevin. Ez dixwazim ciwanên me yên Êzidî hemû tevlî nava YBŞ’ê û YJŞ’ê bibin. Serokê me  bi fikir û felsefeya xwe deriyê azadiyê  ji me re vekir loma  em jî dixwazin serokê xwe azad bikin.’’
 ‘Pêwîstî ji hêzeke mezin û yekpar heye’
Rojavayê di dawiya axaftina xwe de wiha got:”Em ê hewil bidin ku hêza parastina Êzîdxanê mezin bikin.  Ji ber ku em wekî Gelê Êzidî bi fermanên hovane rû bi rû man gerek em her bi rêxistin bin û hêza xwe xurtir bikin. Pêwistî ji hêzeke mezin û yekpar heye.  Gerek  em tevlî YBŞ’ê û YJŞ’ê bibin ku careke din em bi fermanên hovane rû bi rû nemînin.’’
Nivîsa Pêş