Em ber bi rojeke xwe ya zayînekî nû ve diçin.
Zayînên weke biyolojîk hene, tên şahînet kirin. Zayînên weke siyasî hene, tên bi bîranîn. Zayînên weke çandî hene, tên pîroz kirin. Zayînên weke felsefîk hene, tên jiyanî kirin…
Em bi PKK’ê re ji nû ve xwêdêdan; em wê hem şahînet dikin, hem bi bîr tînin, hem pîrozbahî dikin û hem jî dijîn.
PKK çalakiya ji serî heta dawî mirovekî ji nû ve dayîna afirandine. Hela hela ew mirov ewledê gelekî ne di statûya mêtîngeriyê de jî neyê destgirtin be, ev ji nû ve afirîn hîn bi sotînertir dibe.
Ev bi gotina hevalekî me; “şoreş cihê ku mirovên hatine xistin û ketîne.” Ji ber ku mirov û civakên ji rewşên xwe ne razîbin, ew ji bo azadiyê têkoşînê dikin. Ango mirov û civakên ku hatine xistin in. Ji ber vê yekê ye ku ji têkoşîna azadiyê re yên ku dixwazin ji ketîbûnê rizgar bibin tên.
Ên ku ji rewşên xwe razîbin lêgerînên wan ne bilind in. Ên ku hatine razîkirin, elimandinên wan pir zêde mijara gotinê ne. Dema ku wiha be baskên xwe ji nûbûyînan re vekirin nayê hişên wan. Nayê û nayê jî, ji ber ku ewan bi ya heyî re ji hundir, kêlek û rexê wê ve hatine monte kirin, ango hatine bi hev ve danîn.
Bi gotineke din bi pergalê re hatine entegre kirin. Ev ji bo yên ku hatine xistin jî derbasdar in. Her ên ku hatine xistin weke potansiyel dikarin bibin azadîxwaz. Lê belê her ên ku hatine xistin dê mutlaqa azad bibin rêgezekî wiha tine. Ger ên ku hatine xistin ne di zanebûna xistina xwe de bin, dibe yên ku ji rewşên xwe re hatine razîkirin, ji wan hîn zêdetir rewşekî xeternak dikarin bijîn. Em ji vê re dibêjin; “giyana koletiya bi kok bûyî ye.” Dema koledarî bi yek carê bikeve kesayetî, giyan û zîhniyetan de ya ku li wêderê bê jiyîn, tenê bi tenê ketîbûnî û bê kokbûyînî dibe.
PKK di nava Kurdan de gelê ku li cîhanê yên herî bê statû mayî weke tevgera mizgîniyê xwêdêda. Mizgîniyekî ye.
Ji gelê Kurd re:
Ger em bi yek hevokê vebibêjin; mizgîniya ku tu dikarî azad bibî.
Ger em bi yek hevokê vebibêjin; mizgîniya ku tu dikarî ji vê rewşa lanetî derbikevî.
Ger em bi yek hevokê vebibêjin; dema ku tu ketî nava têkoşîna xwebûyînê mizgîniya rûmetbûyîna te ye.
Belê, îro gelê Kurd di rêya azadbûyînê de bi gavên biryar dimeşin.
Belê, îro gelê Kurd ji rewşa lanetbûyînê di astekî girîng de derketîne.
Belê, îro gelê Kurd bi têkoşînkirina xwebûyîna xwe bi xwe re xwe li cîhanê bi rûmet kiriye.
Vaye, PKK ji bona vê civakekî, gelekî hatiye xistin ku dibe tevger û mizgîniya ji nû ve bi awayekî heybet li areneya mirovahiya cîhanê dayîna zayînê ye.
PKK, di vê wateyê de dibe navê statûya ku civakekî serûbin kirinê ye.
PKK, sertewandina ji gelekî re rewa hatiye dîtin, tam jî parçekirina wê bixwe ye.
PKK, parçekirina rojên tarî û himêza xwe ji rojên ronahiya pêşerojê re dayîna vekirin, ew bixwe ye.
PKK, mîna Martı Jonathan rexmî bi hemû xeteriyan bi wêrekiya xwe her li jor temaşekirinê vedibêje.
PKK, ger dema bê xwestin mîna Îsayê ku bûye dengê bindestan, li gel vê çarmix jî dayîna li ber çavan, li zîrveyên çiyayan tavayî gunehên mirovahiyê dide pişta xwe û hem derdikeve jor, hem jî dibe navê qîrkirina wê jî.
PKK, li hember paşverûtiyan, paşmayîbûnê, heqaret, zîncîrkirinan, prangayan, nebaşbûyînan, nexweşikbûnan, dudirîtiyan û zilmê ji bo nûbûnê, ji bo şerefê, ji bo ji koletiyan rizgarbûnê, ji bo başiyan, ji bo xweşikbûnan, ji bo duristbûn û dadweriyê yên ku derketine rê bûye dengê wan jî.
Bixwe dibe mizgîniya yên ku dixwazin tiştnan bikin û lê nekaribin bikin, ên ku bêrihet dibin û lê nekaribin helwestê bigirin, ên ku dixwazin tiştnan bêjin û lê nekaribin bêjin, ên ku bixwazibin biaxivin û zimanên wan bên jêkirin, ên ku bixwazibin qîr bikin û mîna Hallaç çermên wan bên gurandin, mîna Manî bixwazibe bi mirovî bijî û lê dengê wan bi keviran dayîna girêdan, qîrên wan, helwestên wan, feryadên wan bi şid û gur bê ku ew xwe ji tiştekî bidin paş, cardin ew jiyîn û em dikarin bêjin PKK ev tevayî derbaskirina çalakiyê bixwe ye.
Belê; PKK, roja zayîna xwe weke mizgîniya di mirovbûyînê de jiyankirinê ye, em ji niha ve wê silav dikin û em wê roja zayînê weke roja zayîna xwe pîroz dikin.
Nûçê ciwan
(Dûnya Qasim)