HELEB – Tûrnûveya fotbolê ya “Şehîd Ocalan Şêxmeqsûd” ya bajarê Helebê bidawî bû.
Komîteya Sporê ya girêdayî Yekîtya Ciwanên Rojava ya bajarê Helebê 24‘ê Cotmehê bi beşdarbûna 12 tîmên ji taxên rojhilat û taxa Şêxmeqsûd bi navê ” Şehîd Ocalan Şêxmeqsûd “tûnûveya fotbolê organîze kir. Tûrnûve bi maçekê di navbera tîma Şehîd Rêdûr û tîma Şehîd Bakûr de bi dawî bû.
Beriya maç dest pê bike, Rêvebera Yekîtiya Ciwanên Rojava Zinarîn Heleb rola spore di jiyana mirovan de vegot û banga domandina çalakiyên sporê kir.
Piştî axaftina rêveberiya Yekîtiya Ciwanên Rojava, maç di navbera tîma Şehîd Rêdûr û tîma Şehîd Bakur de hate destpêkirin.
Di encamê de, tîma Şehîd Rêdûr bi 8 golan li beramberî 4 golan ji bo tîma Şehîd Bakûr bi dawî bû.
Bi vê yekê tîma Şehîd Rêdûr wekî lehengî tûrnûveyê hate ragihandin û lîstokvanên herî tîman hatin xelatkirin.
Şehîd Ocalan Mihemed (Şêxmeqsûd) bi navê Welat Bîrhat tê naskirin, di 8‘ê Îlonê de di pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bû.
Nûçê ciwan
(Dûnya Qasim)