MINBIC – Endamên rêveberiya Ciwanên Minbicê diyar kirin ku ew ti carî li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêdeng namînin û siyasetên AKP’ê li hemberî Rêber Ocalan şermezar kirin û weke ciwanên ku bi fikr û felsefeya Rêber Ocalan bi bandor bûne soz dan ku dê çalakiyên xwe li dijî siyasetên Tirkiyeyê yên di derheqê Rêber Ocalan de berdewam bikin û dane zanîn ku dê bi dengekî bilind banga bidawîkirina tecîrda li ser wî bikin.
Bi saya perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ciwan û jinên ciwan ên bajarê Minbicê û gundewarê wê karibûn ji qonaxa bindestiyê derbikevin û derbasî qonaxa azadiyê bibin û karibûn hêza xwe di avakirina civaka xwe de diyar bikin ku ew stûnên sereke yên civakê ne.
‘Bi saya fikra Ocalan me rola xwe ya rasteqîn nas kir’
Ciwan û jinên ciwan ên bajarê Minbicê û gundewarê wê bi dehan salên borî nikaribûn bi rola xwe di avakirina civakê de rabin, bi dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê rewşa ciwanan kambaxtir bû, lê piştî ku bajarê hate rizgarkirin ciwanan bi saya fikr û perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan karibûn rola xwe ya rasteqîn di avakirina civaka xwe de nas bikin.
Girêdayî mijarê Endamê Rêveberiya Komîteya Xwendekarên Demokratîk a bajarê Minbicê Hisên El-Ehmed wiha got: “Piştî ku me perspektîfên Rêber Ocalan xwendin, me rola xwe ya rasteqîn di avakirina civakê de nas kir. Her wiha me girîngiya rola ciwanan di birêvebirina civakê de nas kir. Me dît ku sîstema kapîtalîst heta kîjan astê mijiyê ciwanan xirabkiriye. Êdî ji bo avakirina civakê û pêşxistina herêmê em xwedî biryar in.”
Perspektîfên Ocalan ji ciwanan re çi pêşkêş kiriye?
Perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandoreke mezin li kesayeta ciwanên Minbicê kiriye. Bi saya perspektîfên wî li Minbicê ciwanên şoreşger û têkoşer hatin dîtin ku ji bo avakirin û pêşxistina bajarê xwe têdikoşin û hişmendiya xwe rast dikin.
Endamê Rêveberiya Meclîsa Ciwanên Minbicê Sultan El-Ehmed girêdayî heman mijarê wiha got: “Di demên borî de ti hêzeke ciwanên Minbicê ya biryardayînê tune bû. Lê piştî ku perspektîfên Rêber Ocalan nas kirin, diyar dibe ku Rêber Ocalan ciwanên şoreşger ava kirine ku hewl didin welat û civakeke azad û demokratîk ava bikin. Ciwanan riya xwe ya rast hilbijartin û êdî bi roleke sereke di hemû sazî û desteyên bajêr de dixebitin.”
Ciwanên Minbicê bi saya perspektîfên Rêber Ocalan karibin gavên mezin bavêjin
Ev sal û nîvek e bajarê Minbicê hatiye rizgarkirin, ev dem jî têrê dike ku ciwanên Minbicê ji perspektîfên Rêber Ocalan sûd werbigirin û gavên mezin di hemû aliyan de bavêjin û bi taybet jinên ciwan.
Endama Rêveberiya Tevgera Jinên Ciwan Meryem Xelîfê wiha got: “Rewşa ciwanan ji beriya sal û nîvekê gelekî cûda ye, êdî ciwan gavên mezin avêtine û li ser erdê xwedî biryar in û gelek çalakiyan birêve dibin.”
Meryem di berdewama axaftina xwe de got ku lê heta niha pêdiviya ciwanên Minbicê bi têkoşîneke mezintir heye da ku bigihêjin rola xwe ya rasteqîn û karibin ji bo civaka xwe bibin mînak û wiha anî ziman: “Ciwanên ku Rêber Ocalan behsa wan dike û perspektîfan ji wan re dişîne, ew ciwanên ku divê giştî cîhan rastiya ciwanan nas bike û hêza wan a çalak derbikeve holê.”
Fikra Ocalan bandor li kesayeta ciwanan kir
Rêber Ocalan bi perspektîfên xwe yên ji ciwanan re karibû kesayeta ciwan û jinên ciwan ên bajarê Minbicê ava bike û bi saya van perspektîfan êdî ciwan bi roleke çalak di civaka xwe de radibin û êdî dikarin hebûna xwe ya bi bandor ferz bikin, ciwanên herî zêde bi fikra Rêber Ocalan bi bandor bûne jinên ciwan in û êdî li hemberî kevneşopiya paşverûtiya civaka xwe li ber xwe didin û niha di hemû aliyên jiyanê de xwedî biryar in.
Girêdayî vê mijarê jî Endama Rêveberiya Tevgera Xwendekarên Demokratîk a bajarê Minbicê Hisên El-Ehmed wiha got: “Bi saya perspektîfên Rêber Ocalan kesayeta ciwanên Minbicê hatiye avakirin. Ji bo ez weke ciwanekî bi awayekî çalak beşdarî civaka xwe bibin divê ez rastiya xwe nas bikim û beşdarî xebatên birêxitinkirina civaka xwe bibim.”
Endamê Rêveberiya Meclîsa Ciwanên Minbicê Sultan El-Ehmed jî wiha got: “Bi saya perspektîfên Rêber Ocalan êdî ez weke ciwanekî rastiya xwe nas dikim û em weke ciwanên Minbicê bi hemû hêza xwe hewl didin beşdarî xebatên avakirina civaka xwe bibin.”
Endama Komîteya Jinên Ciwan Meryem Xelîfê jî da zanîn ku perspektîfên Rêber Ocalan hişt ku kesayeta wan xurt bibe û ew bibin xwedî biryar û xwe ji kevneşopiya paşverûtiya civakî û sîstema baviksalariyê xwe rizgar bikin.
Ciwanên Minbicê soz didin ku asta çalakiyên xwe li dijî siyasetên AKP’ê bilind bikin
Ciwanên bajarê Minbicê diyar kirin ku ew li hemberî tecrîda hikûmeta AKP’ê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti carî bêdeng namînin û siyasetên hikûmeta Tirkiyeyê yên li hemberî Rêber Ocalan bi tundî şermezar kirin.
Ciwanan soz dan ku dê asta çalakiyên xwe li dijî siyasetên dewleta Tirk bilind bikin û dê bi dengekî bilind banga azadiya Rêber Ocalan bikin.
Nûçê ciwan
(Dûnya Qasim)