NAVENDA NÛÇEYAN – Têkoşîna ku xwişkên Mîrabel li dijî faşîzmê dan destpêkirin rojnamegerên jin jî bi objektîf û pênûsên xwe berdewam kirin û gotin ‘ Dema ku jinek li cihekî bê bindestkirin, em ne azad in’.
Xwişkên Mîrabel ku li dijî dîktatorê Komara Domînîkê Rafael Trujîllo têkoşîn dan destpêkirin ji bo jinên îro têdikoşin jî bûn referans. Rojnamegerên jin jî bi objektîf û pênûsên xwe têkoşîna xwe berdewam dikin. Rojnamegerên jin gelek caran canê xwe feda kirin û li dû xwe mîrate hiştin.
Ayfer Serçe ku xeyala wê ya avakirina ajansa jinê hebû, Gurbetellî ya ku gerînendeya weşanê ya jin a li Tirkiyeyê ya yekem bû, rojnamegerên din yên jin ku her tim şîdet û DAÎŞ teşîr kirin, wê di 25’ê Mijdarê de dîsa wêneyan bikişînin û binivîsin.
Hin ji van têkoşerên jin ên rojnameger ev in:
Zeynep Erdem (Jiyan)
Zeynep Erdem di 1969’an de li Sêwasê hat dinê û yek ji jinên ku navê xwe li têkoşîna çapemeniyê nivîsiye. Di 1988’an de tevlî têkoşînê bû û ji Egeyê bi keştiyê derbasî Yewnanîstanê bû berxwedanek mezin nîşan da. Zeynep ji aliyê derdorê ve dihat hezkirin û gelek serkeftin bi dest xist. Di 1992’an de derbasî Heftanînê bû û gihişt Çiyayên Cudî û xebatên çapemeniyê meşand. Zeynebê li Mexmurê jî xebatên xwe meşand. Zeynep ya ji aliyê gel ve gelek dihat hezkirin di çalakiyek ku bi gel re tevlî bû ji aliyê PDK’ê ve hat qetilkirin. Zeynep ji 1995’an de hat qetilkirin û ji wê rojê şûnde ji aliyê gelê Mexmurê ve tê bibîranîn.
Gurbetellî Ersoz
Gurbetellî Ersoz ku di salên 90’î de rojnamegerî kir û gerînendetiya weşana Rojnameya Ozgur Gundemê kir, yekem gerînendeya weşanê ya Tirkiyeyê ya jin e. Gurbetelliyê piştî zext zêde bûn berê xwe da çiyan. Di 7’ê cotmeha 1997’an de li Başûrê Kurdistanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da.
Ayfer Serçe (Şilan Aras)
Ayfer di 1974’an de li Wêranşara Rihayê hat dinê û di salên lîseyê de di radyoya Karacadagê de xebitî. Şîlan ku xwendekara Zanîngeha Çukurovayê bû piştî xwendina du salan şûnde di 1998’an de di nav têkoşîna kurd de cih girt. Bi salan di çapemeniya azad de xebitî. Di salên 2000’î de di Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê de xebitî. Piştî ajans hat girtin di 2005’an de di Ajansa Nûçeyan a Firatê de xebitî. Li Ermenîstanê nûçegîhanî kir. Piştre derbasî Başûrê Kurdistanê bû û bi armanca lêkolînkirina întîxarên jinan yên li Urmiyê û Mahabadê çû Rojhilatê Kurdistanê û sê hefteyan ma.
Ayferê her tim dixwest ajansek jinan bê avakirin. Jin îro mîrateya wê pêş dixînin. Ayfer li Rojhilat ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve di kemînekê de hat qetilkirin. Tevî ku di ser qetilkirina Ayferê de 11 sal derbas bûye jî ji cenazeya wê ti agahî tine.
Denîz Firat
Denîz di 1981’ê de li Ebax a Wanê li gundê Xecê Xatunê hat dinê. Malbatê ji ber zextan koçî Başûr kir. Ewil xwişka wê Binevş Reşîd tevlî PKK’ê bû. di 15’ê Tebaxa 1992’an de jî Denîz û xwişka wê ya biçûk Sarya Reşo tevlî bûn. Di 1999’an de jî xwişka wan ya din Binevş Sarya tevlî bû. her çar xwişkî bi heman hestan têkoşîn meşand. Denîzê di temenê biçûk de bi kameraya girt destê xwe bû rojnamegera jin a nemir ya çapemeniya azad. Denîz di 8’ê Tebaxê de li Mexmurê di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da.
Nûjiyan Erhan
Nûjiyan Erhan bi navê xwe yê di nasnameyê de Tugba Akyilmaz di 3’ê Adarê deli Şengal Xanesorê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hedef hat girtin. Nûjiyan nûçegîhana JINHA’yê ya bi KHK’ê hat girtinê bû. Li Şengal, Qendîl, Hewlêrê… Heqîqet li ku bû ew li wir bû.
Evîn Buldan
Evîn Buldan edîtora rojnameya Rojeva Medya ya bi KHK’ê hat girtinê bû. Evîn di 3’ê Nîsanê de di encama krîza dil de jiyana xwe ji dets da. Evîn hîna 27 salî bû û navê jiyana wê surgun, komkujî û zext bûn. Evîn di 1990’an de li Geverê hat dinê. Evîn biraziya karsazê Kurd Şavaş Buldan ê hat qetilkirinê bû. Malbata wê ji ber zextan di 1994’ande koçî Başûrê Kurdistanê kir. Malbat li wir kamp bi kamp geriya û herî dawî li Mexmurê bi cih bû.
Evînê li Başûrê Kurdistanê li Zanîngeha Selahattînê Beşa Radyo Televîzyonê xwend. Evîn vegeriya ser axa ku jê hat surgunkirin û rojnamegerî kir. Evîn di serî de li Azadiya Welat Edîotorî kir. Piştî Azadiya Welat hat girtin derbasî Rojeva Medya bû. Evîn li Rojava Medyayê jî rojnamegeriya xwe heta ku di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da berdewam kir. Evîn bi taybetiya xwe ya ku di axaftina kurdî û di xwendin û nivîsandina kurdî de israr dikir, dihat nasîn.
Dilîşan Îbîş
Dilîşan Îbîş di 12’ê cotmehê de di êrÎşa bombeyî ya DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da. Dilîşanê bi cesaret û kenê bandorek mezin li ser jinên Kobanê kir û di ANHA’yê de xebatên xwe dimeşand. Dilîşanê ji bo geşedanên pêngava azadkirina Dêrazor nîşan bide xwe pêşniyar dike. Kelecan û tilîliyên jinên rizgar bûn yekser nîşanê hemû cîhanê da.
Rojnamegerên jin yên niha di girtîgehan de tên girtin jî wihane:
Ayşe Gokkan
Ayşe Gokkan ku aktîvîsta TJA û Meşa Jinan a Cîhanê û Platforma Têkoşînê ya Jinên Hatine desteserkirinê ye, demekê rojnamegerî kir. Ayşeyê ku bi awayekî fîîlî her dem rojnamegerî kir, ji 25’ê Hezîranê heta niha li girtîgeha Tîpa E ya Amedê tê girtinê.
Zehra Dogan
Edîtora Ajansa Nûçeyan a Jinê Zehra Dogan di 23’ê Tîrmeha 2016’and e li Mêrdînê hat binçavkirin û 4,5 mehan girtî ma. Zehrayê di vê pêvajoya girtinê de bi hevalên xwe yên jin re rojnameya ‘Ozgur Gundem Zindan’ derxist. Derbarê wê de bi sûcdariya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ 2 sal û 11 meh û 22 rojan ceza hat birîn û ji ber vê dema diçû cem malbata xwe di rê de hat girtin û birin girtîgeha Tîpa E ya Amedê.
Meltem Oktay
Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê Meltem Oktay di 20’ê Nîsanê de hat girtin û Meltem jî xwedî li mîrateya hatiye dewrkirin derket û niha li girtîgeha Jinan a Gebzeyê bi nûçeyên çêdike pîşeya xwe didomîne.
Şerîfe Oruç
Nûçegîhana DÎHA’yê ya bi KHK’ê hat girtin Şerîfe Oruç li êlihê hat binçavkirin û bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin. Şerîfe ji girtîgeha Tîpa M ya Êlihê surgunê ya Mêrdînê hat kirin.
Îsmînaz Temel û Havva Cuştan
Di 19’ê cotmehê de li Stenbolê li dijî nûçegîhanên ETHA’yê operasyon pêk hat û edîtorên wê Îsmînaz Temel û Havva Cuştan hatin binçavkirin. Piştî binçavkirina hefteyekê bi sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propagandaya rêxistinê’ hatin girtin.
SIBÊ: Li dijî şîdetê çeka min kameraya min e
Nûçê ciwan
(Dûnya Qasim)