KOBANÊ – Desteya ciwanan û werzîşê ya Kobanê ji bo vekirina navenda werzîşê daxwiyaniyek ji raya giştî re ragihand.
Bi dehan ciwanên Kantona Kobanê ji bo vekirina Navenda Werzîşê daxwiyaniyek ji raya giştî re ragihand. Daxuyanî ji aliyê mamosteya werzîşê Îman Xelîl ve hat xwendin. Di daxwiyaniyê de peyama ‘Xizmeta ji bo civakê peywirek pîroz e’ hat dayin.
Di daxwiyaniyê de wiha hat gotin:
“Yekîtiya Ciwanên Werzişê ya Kobanê derbarê karê werzîşê de berpirsiyariya hemû Kantona Kobanê hembêz dike û deriyên xwe ji hemû kesan re vedike. Armanca me xizmeta ji civakê û gihandina mirovên werzîşkar e. Em weke rêvebirên karê werzîşê, dixwazin pêşengtiya alîkariya ji bo gel bikin.Di daxwiyaniyê de hat gotin ku ji bo bikaranîna narkotîkê bi dawî bibe ew ê komîteya werzîşê hewl bidin û daxwiyanî wiha dewam kir:” Em hewl didin ku dawiyê li bikaranîna narkotikê bînin. Ji bo civakek pêşketî, di hemû kar û çalakiyên werzişê yên navxweyî û yên herêmî de em dixwazin gel bi awayekî çalak beşdar bibin.”Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotın: ” Her wiha em hêvîdar in ku piştî avakirina vê saziyê karê werzîşê hîn serkeftî û baştir bibe. Ji bo pêşketina civakê pêwîste em hemû erkdar bin.”
Nûçê ciwan
(Dûnya Qasim)