Piştî ku Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan dest bi pêngava SERÎ HILDE kirin, komek ciwanên Başûrê Kurdistanê beşdarî nava refên gerîlayên HPG’ê bûn û bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê kirin ku li dijî tecrîda li ser Ocalan beşdarî nava refên gerîla bibin.
Peyama ciwanên Başûrê Kurdistanê ji aliyê ciwanê bi navê Botan Kerkûkî ve tê xwendin û di peyamê de wiha hat gotin; “Bi çend şêwaz û qonaxan li Başûrê Kurdistanê krîz çêkirine, ev krîz bi destê dijmin û dagirkerên gelê Kurd û desthilata navxweyî ya Başûrê Kurdistanê çêkirin. Xwestin gel ji welatê wan bêzar bikin. Ji çanda wan qut bikin. Xwestin ciwanên Başûrê Kurdistanê ber bi Ewropa bi rê bikin. Em weke ciwanên Başûrê Kurdistanê baş dizanin ku armanca wan ew e ku em li ser welat, niştiman, dîrok, exlaq, serok û rêberên xwe nehizirîn. Herî dawî, xaka Kerkûk û Germiyan ku digotin ji bo me xeta sor e, di nava çend saetan de firotin.”
Di berdewama peyamê de wiha ev xisûs tên destnîşankirin; “Weke ciwan, em azadiya xwe û xaka xwe, di azadiya Rêber Apo de dibînin. Tecrîda li ser Rêber Apo, tecrîda li ser destkeftiyên bi hezaran salan qurbanî ji bo hatine dayîn e. Em weke ciwanên Başûrê Kurdistanê, di çarçoveya pêngava ‘SERÎ HILDE’ de beşdarî nava refên gerîla bûn. Ji bo em rêberê xwe biparêzin. Pêwîst e baş bê zanîn çiyayên Kurdistanê ji bo ciwanan cihê herî bi ewle ye û tenê gerîla dikare xaka Başûrê Kurdistanê biparêze. ”
Ciwanekî din ê beşdarî nava refên gerîla bûye wiha got; “Weke ciwanên Başûrê Kurdistanê, li ser bingeha pêngava Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan a ‘SERÎ HILDE’em beşdarî nava refên gerîla bûn. Em daxwazê ji ciwanên Başûrê Kurdistanê dikin ku tevlî nav refên gerîla bibin û êdî xwe ji dudiliyê rizgar bikin.
Em dizanîn ku dijminên me niha tecrîd daniye ser Rêber Apo, ev tecrîd êrîşa li ser me ye. Ji ber vê em daxwazê ji ciwanên Başûrê Kurdistanê dikin ku ji bo azadiya Rêber Apo beşdarî serhildanê bibin.”
Herî dawî ciwanekî jî got; “Ez beşdarî nava refên gerîla bûm, daxwaz dikim ku ciwanên Başûrê Kurdistanê beşdarî nava refên gerîla bibin.
Nûçê ciwan
(Dûnya Qasim)