2’yemîn Kongreya Komîteya Perwerdeya Civakî (KPC) bi tevlîbûna 275 degelegan li Zanîngeha Rojava bi dirûşma “Bi perwerde û felsefeya netewî ya demokratîk ber bi civaka azad û wijdan û exleq ve bimeşin” dest pê kir. Hevseroka Kantona Qamişloyê Hîva Erebo Endamên Rêveberiya Desteya Jin, Kongreya Star, û ji başûrê Sûriyê gelek ereb, suryan û kurd û mêvanên ku ji Şengal û Wergeha Maxmûrê hatibûn tevlî kongreyê bûn.
Li dîwarên kongreyê pankartên li ser “Civak hevgirtina biziman re xwedî hêza jiyanê ye” , “Perwerde pir çandî û pir zimanî bingeha avakirina civaka demokratîk e.” û “Ziman Kevirê bingehîn yê pêşketina civakê demokratîk e” hatibû daliqandin. Piştî deqeyek rêzgitin ji bo dîwanê 5 kesa hatin hilbijartin û kongre dest pê kir.
Li ser navê Tevgera Civaka Demokratik Aldar Xelîl axivî û got ku pêşketina zimanê pir çandî di bingeha şoreşê de ye û ev tişt got: “Ev bi serê xwe şoreşeke ava kiriye. Civaka azad li ser asasê pêşketina ziman ve hatiye girêdan. Em niha di rewşeka pir dîrokî ve derbas dibin. Sûriyeya bûye qada şer û pevçûnê û berjewendiyên dewletên ku çareseriyê naxwazin hene. Em niha li bakûrê Sûriyê bi hemû netewên di hundir de hembêz dikin. Dive nifêşên pêşerojê em çêbikin. Ev jî pêşeroja Şoreşa me ber azadî ve dibe.”
Kongre bi axaftinan berdewam dike.
Nûçê ciwan
(Dûnya Qasim)