Yekîtiya Ciwanên Rojava(YCR) û Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) Kantona Şehbayê di çerçoveya pengava ‘Serî Hilde’ meşek girseyî û mîtîngek li dar xist.
ŞEHBA – NÛÇE CIWAN
Di meşe ku hate li darxistin de endamên YCR û YJC azadiya Rêber Apo xwastin. Meşa ku bi dehan kes beşdarbuyî de ciwanan alên tevgera YCR-YJC rakirin. Di hemû meşê de ciwanan ev gotin got;’Ji bo ku tecrîda li ser Serokatî bişkînin em ê di nava Berxwedanê de bin.
Piştî meşê ciwanan bi mîtîngeke kurt ve daxuyanî da. Di daxuyanî de Ciwanan balkişand ser êrîşên qirêj ên dewleta faşîst a Tirk û ev got, “Rêber Apo azad nebe em dev ji çalakiyên xwe bernadin. Heya Rêber Apo azad bibe em ê di nava tekoşînê de bin. Em ê derkevin qadan û dengî xwe bilindtir bikin.”
Çalakî bi sloganên “Şehît Namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Ji bo Serok Apo Azadî” bi dawî bû.