Li qezaya Ranye ya girêdayî Silêmaniyê jinên ciwan bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Şidesta Ser Jinê daxuyaniyek çapemeniyê lidar xistin.
RANYA – NUÇE CIWAN
Îro li Parka Deriyê qezaya Ranye ya girêdayî Silêmaniyê Jinên Ciwan ên Têkoşer bi dirûşmeya ‘Dijî şidestê serî hilde’ daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê endama Jinên Ciwan ên Têkoşer Zilan Musa ve hate xwendin û wiha hate gotin; “Şideda ser jinê, şidesta ser tevahî civakê ye. Heya jin azad nebe, civak jî azad nabe.”
Dewama daxuyaniyê de wiha jî hate gotin; “Divê her kesekî xwedî wijdan û her jina bi îrade, li dijî şidesta ser jinan serî hilde. Xebat û têkoşîn bike. xwedî helwest bin. Ji ber ku roj bi roj şidesta dijî jinan zêde dibe.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha jî hate gotin; “Ti yasayek exlaqê civakê nîne ji bo pêşîgirtina li vê rewşê. Ji bo wê jî, em weke Jinên Ciwan ên Têkoşer dibêjin ku heya şidest li ser takekesek û jinek hebe, emê xebata xwe ya dijî şidestê dewam bikin. Emê ji bo bi îradekirina jinê bixebitin.”