YCR ê Li bajarê Helebê yekem Meclîsa Sporê avakirin.
HELEP – NUÇE CIWAN
Di çarçoveya xebatên rêxistinkirinê de, YCR′ê bi ciwanên taxên rojhilatê Helebê re civiya û Meclîsa Sporê ava kir.
Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Rêveberiya YCR′ê Zinarîn Heleb axivî û bal kişand ser girîngiya sporê di jiyana ciwanan de, taybet piştî zehmetiyên ku di şer de hatin kişandin.
Zinarîn diyar kir ku bi nêrîna Ocalan ciwan dînamîka civakê ne û wiha got: ″Ji ber vê yekê em ê çalakiyên şermezarkirina tecrîdê bidomînin.”
Di dawiyê de Endamên meclîsê hatin hilbijartin.