RÊBAZ SEBAH -TEQTEQ – NUÇE CIWAN
Îro êvarê li bajarokê Teqteqê yê girêdayî qezaya Koyê ya Hewlêrê Komeleya Ciwanîn Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer, bi armanca piştgirî dana pêngava ‘Serî Hilde’ meşek lidar xistin. Meş li ber Bîrdariya Enfalê ya Teqteqê destpê kir û ciwan heya Baxçeyê Şehîd Namiq li Teqteqê meşiyan.
Piştî meş giha ber Baxçeyê Şehîd Namiq, daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Peyama komîteya amadekar a çalakiyê ji aliyê endamê Gencanî Welatparêz, Bextiyar Teqteqî ve hate xwendin û wiha hate ragihandin; “Weke tê zanîn 19 salin Rêberê Gelan Rêber Apo dibin tecrîdek giran û girtîgehê de ye. Dijminê dagirker bi hemû hewldana xwe, dixwaze gelê me ji hêviyên wî yên azadiyê dûr bixwe.
‘Divê em nexşerêya Rêber Apo ji bo kongreya netewî bînin cih’
Dewama daxuyaniyê de wiha jî hate gotin; “Divê em li dijî vê pîlanê bi hemû şêwey dest bi çalakiyan bikin. Nexşerêya Rêber Apo ji bo kongreya netewî bînin cih. Ji ber ku li Başûrê Kurdistanê, dijmin bi hemû şêwey hewl dide ku destkeftiyên me tine bike.”
“Divê weke gelê Kurdistanê û taybetî gelê Başûrê Kurdistanê piştgiriya pêngava ‘Serî Hilde’ ya ji bo azadiya Rêber Apo bikin. Ji ber ku yekane hêviya me gelê Kurd Rêber Apo ye. Divê dagirkerî û tecrîda li Îmralî ji holê rakin.”
Di dawiyê de jî peyama komîteya YNK’ê ya Teqteqê û Tevgera Newey Niwê hatin xwendin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.
Çalaki bi sloganî Bîjî Serok Apo bi davî bû