ŞENGAL – Ev demeke dirêje ku tu agahî derbarê tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de nayê girtin. Endama TAJÊ Şêrîn Ferman derbarê tecrîdê de nêrînên xwe anî ziman.
Ev demeke dirêje ku tu agahî derbarê tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de nayê girtin. Endama TAJÊ Şêrîn Ferman derbarê tecrîdê de nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku gel li dijî tecrîdê bi bertek in û wiha dewam kir:” Ev demeke dirêje ku em ji Serokê xwe agahiyê nikarin bigirin û herî dawî derbarê tenduristiya wî de agahiyên ne zelal hat belavkirin loma em bi fikar in.”
‘Jinên Êzidî dê bi rêxistinbûna xwe Rêberê xwe azad bikin’
Şêrînê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “ Em ê jî wekî jinên Êzidî heta dawî li Rêberê xwe xwedî derkevin. Jinên Êzidî dê bi rêxistinbûna xwe Rêberê xwe azad bikin.”
‘Bila hemû jin bibin yek û pergala tecrîdê bişkînin’
Şêrînê di dawiya axaftina xwe de wiha got:” Ez bang li hemû gelê Kurd bi taybet jinên Êzidî dikim ku li serokê xwe xwedî derkevin. Bila jinên Êzidî vegerin warê xwe û bila hemû jin bibin yek û pergala tecrîdê bişkînin.”
Nûçê ciwan
( Dûnya Qasim)