KELAR (HEWRÊ KIRÊKAR) – NÛCE CIWAN
Baskê meşa Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê asayîşê ve dihat astengkirin dest pê kir.
Li bajaroka Erbet a Silêmaniyê îro saet 09.00’an Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer di çarçoveya pêngava ‘SERÎ HILDE’ de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşê kirin, lê ji aliyê asayîşa bajarok ve hat astengkirin. Ciwanan saet 14.00’an dîsa dest bi meşa xwe ya ber bi Silêmaniyê ve kirin.
Baskê duyem ê meşê ji bajaroka Bazyan a Silêmaniyê saet 11:30’an dest pê kiriye û wê sibe li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê her du bask bigihêjin hev û li wir daxuyaniyê bidin.