Ji ciwanên tu tevlî meşa dirêj a ciwanan bûye, Gabriyela Somî ya pêkhateya Suryan, di lingê xwe de birîndar bû. Gabriyela dibêje birîna wê li pêşiya berdewamkirina meşa ji bo Ocalan nabe asteng.
NAVENDA NÛÇEYAN- NÛÇE CIWAN
Ciwanên ji pêkhateyên cuda yên herêma Cizîrê û Firatê û di çarçoveya hemleya “Serî Hilde” de beşdarî meşa dirêj a ji Serêkaniyê ber bi bajarê Qamişlo bûne.
Di meşê de ciwana ji pêkhateyê Suryan Gabriyela Somî di lingê xwe yê rastê de birîndar bû. Lê rexmî vê yekê jî israr dike ku bi hevalên xwe re meşê berdewam bike.
Gabriyela Somî dibêje “Em wekî gelên Bakurê Sûriyê û bi taybet jin bi saya felsefeya Rêberê Netewî Abdullah Ocalan ji zulmê azad bûne. Birîna min nayê wê wateyê ku ez meşa xwe ya ji bo diyarkirina rewşa rêberê xwe û rêberê gelên bindest Abdullah Ocalan bidin sekinandin. Tersî wî ev yek israra min a di berdewamkirina meşê de zêde bûye.”