Ciwanên navçeya Şera ji bo diyarkirina rewşa Rêber Apo meşeke bi meşeleyan li dar xistin.
EFRİN – NÛÇE CIWAN
Bi sedan ciwanên navçeyê ku alên Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan, her wiha alên TEV-DEM û wêneyên Rêber Apo hilda bûn ji deriyê ketina navçeyê dest bi meşê kirin û di nava kolanên sereke yên bajêr re geriyan. Ciwanan bê navber durişmeyên dilsoziya bi Rêberî xwe re beriz kirin.
Meş li qadan gundên Xerebe Şera li pêşiya Navenda Çand û Hunerê veguherî mîtîngî. Li vir jî piştî rêzgirtinê daxuyaniyeke hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê endamê Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Navçeya Şera Ibrahîm Xelîl Haşim ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin “Em wekî Yekîtiya Ciwanên Rojava ya navçeya Şera tecrîda ku ev 19 sal in dewlta Tirk a faşîzm li ser Rêberê Abdullah Ocalan şermezar dikin. Dewleta Tirk dixwaze doza gelê kurd tune bike. Em wekî Yekîtiya Ciwanên Rojava ya navçeya Şera bi fikir û felsefeya Rêber APO xwedî bûne û hîn bûne, yê ku di hindirê me vîn û hêza têkoşîna çandiye Ocalan e. Dîsa wekî ciwan em ê bi tecrîdê bi bandor nebin. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin heya Rêberê xwe azad bibin û bi yek destî û yek têkoşînê li hember dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê bisekinin.
Banga me ji hemû ciwanan; li derdora şoreşê kom bibin û li hember planên dagirkeran serî hildin. Bila dewleta Tirkiyê nas bike ku em xelekên ji agir in û çi astengî bikeve pêşiya me, em ê bi şewitînin. Bijî azadiya gelan.”
Piştî daxuyaniyê, ciwanan ji agir navê Apo çêkirin.