Koordînasyona Komalên Ciwan, ciwanên ku beşdarî ‘Pêngava Serî Hilde’yê bûne, silav kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – NÛÇE CIWAN
Koordînasyona Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan têkildarî pêngava Serî Hilde ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, îro daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de, ev tişt hatin diyarkirin:
“Di çarçoveya pêngava ‘Serî Hilde’ de ji Kerkûkê heta Şehbayê, ji Efrînê heta Pencewînê, ji Minbicê heta Elmanyayê ciwan li qadan bûn. Niha jî li Rojava û Bakurê Sûriyeyê jê sê milan ve meşeke mezin tê kirin. Her meşaleyeke ciwanên di vê meşê de, tarîtiyê ronî dike. Di çarçoveya vê pêngavê de bi dehan ciwan beşdarî nav refên gerîlayan bûne.
‘WÊ BEŞDARÎ RADÎKAL Û XURTTIR BE’
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya pêngavê de gelek çalakî hatine lidarxistin. li Amed, Erxenî, Wan, Îzmîr, Bûca, Manîsa, Mûgla, Antalya, Bûrsa û Stenbolê di çarçoveya vê pêngavê de wesayîtên dijmin hatine şewitandin û fabrîkeyên organîze sanayî yên ku parçeyekî ekonomiya şer in jî hatine şewitandin. Ciwanekî ku bûbû sîxur, xwe radestî yekîneyên DGH’ê kiriye û li xwe mikur hatiye. Vî ciwanî diyar kiriye ku ew dixwaze beşdarî pêngava ‘Serî Hilde’ bibe. Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinê, li dijî cihên ku fihûş lê tê kirin operasyonên şoreşgerî hatine kirin û mêrekî tecawizkar ji aliyê yekîneyên DGH’ê ve hatiye zefkirin. Ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê yên Apoyî wê ji niha û şûnde jî bi awayekî radîkal û xurt beşdarî pêngavê bibe.
Dîsa bi heman awayî ciwanên Kurd li Başûrê Kurdistanê li her bajar û navçeyê çalakî li dar xistine û azadiya Rêber Apo xwestine. Ciwanan qereqolên Tirkiyeyê yên li Başûr protesto kirine û diyar kirine ku ev dagirkerî ye. Dîsa di nava vê mehê de du komên cihê beşdarî nav refên gerîlayan bûne.
Li Ewrûpa û Rûsyayê jî ciwanên Kurd bi awayekî girseyî çalakî li dar xistine û divê ji niha şûnde jî bi awayekî çalak û xurt tevlî vê pêngavê bibin.
Dîsa bi heman awayî li Kampa Mexmûrê ya Ş. Rustem Cûdî jî çalakiyên pêngavê hatine kirin û ev pêngav hatiye silavkirin. Jinên Ciwan bi wesîleya 25’ê Mijdarê diyar kirine ku ew ê çalakiyên xwe geştir bikin.”
‘HEKE HEMÛ CIWAN BEŞDAR BIBIN WÊ ENCAM WERE STENDIN’
Di dawiya axaftinê de jî ev tişt hate diyarkirin:
“Bi giştî çalakiyên li Bakur, Başûr, Mexmûr, Rojava û derveyî welat baş derbas bûne. Bi vê wesîleyê em hemû ciwanan silav dikin. Dîsa em ciwanên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê yên ku meşeke dirêj li dar dixin, bi taybetî silav dikin.
Ji bo ku pêngava Serî hilde ji Rêber Apo re bibe bersiv û pêşengiyê ji gelê me re bike, divê hemû ciwan beşdarî vê pêngavê bibin.”