Berdevka Odeya Çalakiyan a Bagera Cizîrê Lîlwa Abdullah çû serdana gundiyên herêmên Dêra Zorê yên ku ji destê çeteyan hatine rizgarkirin.
Dêra Zorê- Nûçe Ciwan: Fermandar Abdullah ji aliyê jinên Dêra Zorê ve bi taybetî hate pêşwazî kirin.
Ragihandina Yekîneyên Parastina Jin YPJ dîmenek li ser rûpelên medyaya civakî belav kir ku têde fermandar Abdullah ji gel re diaxive, şekiran li zarokan belav dike û bi jinên Dêra Zorê suhbet dike.
https://www.youtube.com/watch?v=NRCxZwAmI0s