Şervanên Meclisa Leşkerî Ya Minbicê li rojhilatê Minbicê sê gorên komî dîtin.
Nûçe Ciwan- Minbic- Îro roja Çarşemê 06.12.2017, li gundê Qebir Îmo yê ku dikeve 23 km rojhilatî bajarê Minbic.
Şêniyên herêmê ragihandin ku ev gor vedigerin sala 2014’an.
Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Botan destnîşankir ku di gora yekemîn de 15, di ya duyemîn de 20, di ya sêyemîn de jî 200 cenaze hatin dîtin.
Li herêmê xebatên lêgerîna hinek komên din berdewam dikin.