Çeteyên DAIŞ’ê ku li hember şervanên Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê û QSD’ê têk diçin, li bajarokê Hejîn zarokekî 12 salî kuştin.
Nûçe Ciwan- Dêra Zorê- Di çarçoveya kiryarên xwe yên qirêj ji bo veşartina têkçûna xwe çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Hejîn ê Dêra Zorê zarokekî 12 salî ku di mizgeftê de bang dikir kuştin, sedem jî ew bû ku wî zarokî qebûl nekir ku çete tevî #çekên xwe derbasî mizgeftê bibin.
Agahiyên ku ji bajarê Hejîn tên teqez dikin ku çeteyan gule li welatiyên ku qebûl nekirine ji malên xwe derkevin reşandine û di encamê de şehîd û birîndar hene.