Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel got, “Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê wê hesabê êrîşa li Mexmûrê bipirsin.
BEHDÎNAN- NÛÇE CIWAN
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, li ser êrîşa bi balafirên şer a duh êvarê li dijî Hêzên Xweparastinê yên Mexmûrê hate kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya fermandariyê de hat destnîşankirin ku wê hesabê êrîşa li Mexmûrê bê pirsîn.
Daxuyanî wiha ye:
“Roja 6’ê Kanûna 2017’an saet di 18:45’an de, li dijî kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji hewayê êrîşeke sûîqestê hate kirin. Ev êrîşa namerdî û tirsonekî li dijî bendeke yekîneyên xweparastinê yên Mexmûrê hate kirin. Di vê êrîşê de şervanên leheng ên yekîneyên xweparastinê yên Mexmûrê hevalên Botan, Baz, Çekdar, Bager û Devran şehîd bûn.
Di serî ve hevrê Botan ku milîtanê şoreşger ê gelê Kurd bû û bi ked, wêrekî û fedakariya xwe dihate naskirin, em li pêşberî bîranîna her çar hevalên din ên şehîd bûn bi rêzdarî bejna xwe ditewînin, ji malbatên şehîdên leheng, gelê kampa Şehîd Rustem Cûdî û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em hêvîdar in wê rewşa tenduristiyê ya birîndaran tavilê baş bibe.
Yekîneyên xweparastinê yên Mexmûrê, li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ku belayê serê tevahiya mirovahiyê ye, ji bo parastina gelê Mexmûrê xwe bi rêxistin kiribûn. Êrîşa li dijî vê yekîneyê, weke bersiveke ji têkçûna DAÎŞ’ê re. Bê şik û guman, ev êrîşa namerdî karê mêtingeriya Tirk e. Manîdar e ku ev êrîş li dijî kampeke ku li nava axa Iraqê ye û di bin parastina Neteweyên Yekbûyî de ye, hatiye kirin. Heta ku dewleta Federe ya Iraqê, Hikumeta Herêmê ya Kurdisatnê û Neteweyên Yekbûyî di vê mijarê de daxuyaniyeke ku mirovan bê qanih bike nedin, wê di bin gumanbariyê de bin. Eger di vir de ehvkariyek tine be, divê êrîşkarî û karên terorîstî yên dewleta Tirk ên li dijî gelê Mexmûrê bên lêkolîn.
Di vê qonaxa dîrokî ya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de ku bi pêşengiya partiya me PKK’ê ketiye sala 40’î, mêtingeriya Tirk a bi serkêşiya Tayyîp Erdogan li hemû zemînan dijminatiyê li gelê Kurd dike û bi rengekî bê sînor êrîş dike. Mêtingeriya Tirk, bi vê Aêrîşa namerdî ya li dijî gelê me yê kedkar û welatparêz ê li kampa Mexmûrê re, rûyê xwe yê rast careke din nîşan daye. Divê her kes zanibe; gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê wê hesabê vê êrîşa xwînxwarî bipirse û xwîna lehengên di vê êrîşê de şehîd bûn wê li erdê nemîne.”