Balafirên şer ên Tirk roja 11’ê Kanûnê bombe li Xakurkê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
BEHDİNAN – NÛÇE CIWAN
Balafirên şer ên Tirk, roja 11’ê Kanûnê êrîş birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Bomberdûman saet di navbera 10:30-12:30 de li Dola Aşutê û Geliyê Reş ên herêma Xakurê hate kirin.
Heman rojê saet di navbera 17:00-18:00 de balafirên şer ên Tirk bombe li gundê Bilîzanê yê herêma Metînayê barandin.