Di çarçoveya pêngava “Serî Hilde” îro li navenda bajarê Şengalê endamên Yekîtiya Ciwanên Êzîdî (YCÊ) ji bo balê bikişînin ser rewşa Rêberê Geli Kurd Abdullah Ocalan belavok belav kirin.
IBRAHÎM ÊZÎDÎ -ŞENGAL -NÛÇE CIWAN
Endamên YCÊ li navenda Şengalê di çarçoveya pêngava “Serî Hilde” ji bo balê bikişînin ser rewşa tenduristî û ewlekariya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan belavok belav kirin.
Endamê YCÊ îbrahÎm Emer der barê mijarê de ji ajansa me re axivî diyar kir ku ji bo civakî ji rewşa Ocalan agahdar bikin û hestyariyê va bikin belavokan belav dikin.
Emer di berdewamiya axavtina xwe de bang li tevahiya ciwanan û bi taybet ciwanên Êzîdî kir ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê divê rabin ser piyan û axaftina xwe wiha domad. “Ji bilî fikir û felsefeya Rêber Apo tiştek me rizgar nake. Lewma em dibêjin azadiya Rêber Apo, azadiya Êzîdxanê ye.”
Şengal’de YCÊ “Seri hilde” hamlesi kapsamında Kürt Halk Önderi Abdullah Öcalan’ın durumuna dikkat çekmek için bildiri dağıttı.