Bi sedan şêniyên Girê Sipî şehîd Serhed Salok bi merasîmekê spartin rawestgeha wî ya dawî.
Nûçe Ciwan- Girê Sipî- Destpêkê cenazeyê Şehîd ji nexweşxaneya Ş. Berçem a bajarê Girê Sipî rakirin û bi karwanekî erebeyan ber bi goristana Şehîd Mehmûd a gundê Tenhûzê birêketin.
Li goristanê merasîma leşkerî ji aliyê hêzên Erka Xweparastinê ve hat birêxistinkirin. Piştre hinek axaftin hatin kirin û li sergirîngiya rola şehîdan di avakirina civakên azad de axivîn.
Piştre cenazeyê şehîd Serhed, ku li Reqqa şehîd bûbû, ji bo rawestgeha xwe ya dawî hate spartin.