15 Jinên ciwan û ciwanên Rojava ji pêkhateya kurd û ereb tevlî nav refên hêzên parastina gel HPG bûn.
Nûçe Ciwan- Herêmên Parastina Medya HPM- Di çarçoveya çalakiyên hemleya Serî Hilde grûpek ku ji 15 jinên ciwan û ciwanên pêkhateyên kurd û ereb ên Rojava gihiştin Herêmên Parastina Medya û bi daxuyaniyekê tevlî nav refên HPG’ê bûn.
Daxuyaniya ku ji aliyê Berxwedan Ereb ve hate xwendin bal kişand li ser tecrîda girankirî ya rêberê gelê Kurdistanê Rêber APO û got ku Em tevlî Rêber APO dibin.
Daxuyaniya ciwanan diyar kir ku ew di çarçoveya hemleya Serî Hilde de û bi sedema gefên dewleta Tirk a li ser Efrînê û êrîşên dawî li ser Mexmûrê ew tevlî nav refên gerîlla dibin.
Jinên ciwan û ciwanan banga tevlîbûnê li hemû ciwanan kirin û got: Roja roja tevlîbûna gerîlla ye.
Daxuyanî bi sloganên Bijî Serok APO, Bê Serok Jiyan Nabe û Serî Hilde bi dawî bû.
https://www.youtube.com/watch?v=Zt1_uhW5AIw