Bi dehan ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê beşdarî çalakiya konê Serî Hilde bûn.
DiRBÊSİYÊ – NÛÇE CIWAN
Di çarçoveya berdewamkirina hemleya ‘Serî Hilde’ de, Yekîtiya Ciwanên Rojava YCR’ê û Yekîtiya Jinên Ciwan YJC’ê li bajarê Dirbêsiyê konê S’erî Hilde’ vedan.
Di roja 4’emîn a çalakiyê de bi dehan ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk çûn serdana konê çalakiyê.
Çalakiya ciwanên PYD bi deqeyek rêzgirtin li ser rihê pakrewanên azadiyê destpêkir, piştre endamê Meclisa PYD Mihemed Nebî Kûtî axivî û bal kişand li ser tecrîda girankirî û got ku tecrîd felsefeya Rêber Apo hedef digre û bêdengiya navdewletî şermezar kir. Kûtî destnîşan kir ku” pêwîste tevahî ciwan Serî Hildin ji bo azadiya Rêber Apo”.
Piştî axaftinê sinvizyona nirxandinên Rêber Apo hatin pêşkêşkirin.
Çalakiya ciwanên PYD bi gerandina govendê li ser dengê stranên şoreşgerî bi dawî bû.