Komeke din a ciwanên Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkerî û siyaseta ku xizmeta gel nake tevlê refên PKK’ê bû. Ciwanan diyar kirin ku ew ancax di nava refên gerîlayên PKK’ê de dikarin parastina xaka herêma Kurdistanê bikin.
QENDÎL – NÛÇE CIWAN
Komeke din a ciwanên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke bi dîmen ragihandin ku ew l idijî dagirkirina xaka Kurdistanê beşdarî nava refên gerîlayên PKK’ê dibin.
Ev koma ciwanên Başûrê Kurdistanê ku tevlîbûna xwe ya ji gerîla re ku bi daxuyaniyekî bi dîmen eşkere kirin di daxuyaniyê de wiha behsa armanca beşdarbûna xwe kirin: “Welatê me Kurdistan rû be rûyê dagirkeriyê ye û ev êriş dagikeriyane roj bi roj zêdetir dibin. Her wisa rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê ji dema borî gelek cûdatire. Dijmin dixwazin Kurd û xaka wê têk bibe.”
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Sîstema sermayedarî ya cîhnaî dixwaze bi rêya dewletên dagirkerên Kurdistanê, bi taybetî jî bi rêya dewleta Tirkiye û Îranê, her wisa bi rêya netewepestiyê Kurd ku ti projeyeke xwe ji bo gelê me nîne û di dema herî teng de wê tenê dihlê, her wisa bi rêya navendên şerê taybet û îstîxbaretê gelê Kurd ji rastiya xwe dûr bixe.”
Ciwanên beşdarî gerîla bûne bi berdewamî wiha got: “Her wisa dixwazin ku bi rêya neteweperestiyeke paşverû gelê me bikin gelekî neteweperest û li dijî gelên herêmê bikarbînin. Her wisa hewl tê dayîn bi rêya şerê taybet ciwanan fêrî bikaranîna madeyên hoşber bikin, berê wan bidin welatên Ewropayê. Dixwazin weke zindiyên mirî ku bi zilmê nehesin û eger pê bihesin jî li hember wê bêçare bimînin.”
Di daxuyaniya ciwanan de wiha hat gotin: “Bi peymanên navnetewî dixwazin xaka me dagir bikin û çarenûsa me diyar bikin. Çawa ku Kerkûk û Germiyan hatin dagirkirin, niha jî pîlana dagirkirina Efrînê heye. Dewleta Îranê jî li ser hesabên Kurdistanê dixwaze hîlala Şîî çêbike. Dewleta Tirk a dagirker jî dixwaze li ser hesabên Kurdistanê împeretoriya Osmaniyan zindî bike.”
Ciwanan di daxuyaniyê de sedema beşdarbûna xwe bi van gotinan anîn ziman: “Me weke ciwanên Başûrê Kurdistanê li ser bangawaziya di çarçoveya pêngava ‘Serî Hilde’ de biryar da ja êdî temaşeker nebin û xwe bikin hêz û rêxistin bikin. Bi vê mebestê jî me çiyayên Kurdistanê hilbijartsı û beşdarî Tevbera PKK’ê bûn. Bangawaziya me ji hemû ciwanên Başûrê Kurdistanê re ew e ku ew jî beşdarî pêngava ‘Serî Hilde’ bibin û bi vê rêyê em xwe, xaka xwe û mirovbûna xwe biparêzin.”
Daxuyanî bi sloganên, “Ji bo azadiya Rêber Apo ‘Serî Hilde’”, “Li dijî dewleta Tirk a dagirker û faşîst ‘Serî Hilde”, “Li dijî netewepestiyê ‘Serî Hilde”, “Ji bo parastina xaka Başûrê Kurdistanê ‘Serî Hilde” bi dawî bû.
Piştî daxuyaniya hevpar ciwan sedema beşdarbûna xwe ji ajansa me re eşkere kirin.
Yek ji van ciwanan got: “Ez binarê Qendîlê yê Başûrê Kurdistanim. Min biryar da ku di çarçoveya pêngava ‘Serî Hilde’ de beşdarî vê pêngavê bibim û heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê ezê parastina xaka Kurdistanê bikim. Banga min ji ciwanên Başûr re jî ewe ku beşdarî gerîla bibin ji ber tenê gerîla dikarin xaka Kurdistanê biparêzin.”
Ciwanekî din yê ji Hewlêrê beşdarî refên PKK’ê bûye jî wiha got: “Armanca tevlîbûna min ji gerîla re azadiya Rêber Apo û Başûrê Kurdistanê ye. Daxwaza min ji ciwanên Başûr heye ku berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê.”
Ciwanekî din got: “Ez xelkê bajarê Silêmaniyê me, min biryar da ku beşdarî gerîla bibim. Armanca min rizgarkirina Başûrê Kurdistanê ye.”
Beşdarbûn zêde dibe
Li Başûrê Kurdistanê bi taybetî piştî referandum û êrîşên li ser Kerkûkê beşdariya ciwanên başûr a ji bo nava refên PKK’ê zêde dibe. Tenê di 2 mehên dawî de 49 ciwan tevlî PKK’ê bûn.
Başurlu gençler ise gruplar halinde PKK saflarına katılmayı sürdürüyor. PKK saflarına katılan Başurlu gençler, Kürdistan topraklarını ve halkın güvenliğini ancak PKK saflarına katılarak sağlayabileceklerini söylüyor.