Çalakiyên ciwanên Kobanê ji bo diyarkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina tecrîdê bê navber berdewam e.
KOBANÊ – NÛÇE CIWAN
Yekîtiya Ciwanên Rojava ya li kantona Kobanê di çarçoveya hemleya “Serî Hilde” de, bi dirûşmeya “Ji bo azadiya Rêber Ocalan li Kobanê Serî Hilde” çalakiyeke li dar xist.
Çalakî li qada Şehîd Egît a bajarê Kobanê hate lidarxistin. Qada çalakiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û cangoriyên azadiyê û bi alên Yekîtiya Ciwanên Rojava hatibû xemilandin.
Bi dehan welatiyên kantona Kobanê, endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava ya navçeya Qenaya, Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û endamên Saziyên Civaka Sivîl ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên ciwanan û TEV-DEM‘ê hildar bûn, beşdarî çalakiyê bûn.
Piştî rêzgirtinê, Endama Rêxistina Ciwanên PYD‘ê Medya Elî axivî û ev tişt anî ziman “Dewleta Tirk a dagirk wê nikaribe polîtîkeyên xwe yên qirêj derbarî Rojhilat Navîn bike, ji ber gelên herêmê şopendarên xeta Rêbertî ne û li hember pîlanên dagirkeran ber xwe dide. Wê pîlanên dewleta Tirk bi saya hevgirtina gelên herêm negihêje serî.”
Cîgirê Serokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Kobanê Ehmed Derwîş jî di çalakiyê de bang li ciwanan kir û beşdarî hemleya Serî Hilde bibin û tekez kû ew ji bo azadiya Ocalan her tiştî bikin. Ehmed Derwîş di axaftina xwe de got “Ciwanên keleha berxwedanê Kobanê wê li hember siyastên xwe bê deng nemînin û dê ji bo azadiya Ocalan têkoşîna xwe mezin bikin.”
Di dawiya çalakiyê de, Koma Jinên Ciwan a Stranan çend stranên şoreşgerî stran. Her wiha şanoyeke li ser berxwedana ciwanan hate pêşkêşkirin