Bereya Demokratîk a Gel bi daxuyaniyekê piştgirî da xwepêşandanên protestoyî yên gel û Ciwan’an.
NAVENDA NÛÇEYAN – NÛÇE CIWAN
Bereya Gel têkildarî xwepêşandanên ku li Başûrê Kurdistanê li dijî polîtîkayên hikûmetê tên lidarxistin, daxuyaniyek nivîskî weşand.Di daxuyaniyê de piştgiriya ji bo xwepêşandanan hat vegotin û wiha hat gotin: “Ev xwêpeşandan encama daxwazên rewa yên gel in. Desthilatdariyê guh nedaye daxwazên gel û ciwan’an vê jî rê li ber çalakiyan vekiriye.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca xwepêşandanan avakirina jiyanek azad û aram e û wiha hat domandin:”Em weke Bereya Gel piştgiriya van daxwazên gel dikin û diyar kirin ku em di nava têkoşînê de ne ku ev daxwazên gel bên pêkanîn. Em jî xwe wekî beşek ji vê têkoşînê dibînin.”
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang li desthilatdariya Herêma Kurdistanê hat kirin: “Em bang li desthilatdariya Herêma Kurdistanê dikin ku bi şîdetê bersiv nedin xwepêşandanan û rêya çareseriyê peyda bikin. Yên şîdetê bikar tînin desthilatdar in, ne gel e. Bûyerên ku derdikevin jî di encama şîdeta desthilatdaran de çêdibin.”
Demokratik Halk Cephesi (Bereye Demokratik a Gel) Güney Kürdistan’da 2 gündür süren kitlesel halk ve gençlerin eylemlerini desteklediklerini belirtti.
HABER MERKEZİ – NÛÇE CIWAN