Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir, raperîna gel a li Başûrê Kurdistanê rewa û mafdar e û destnîşan kir ku divê daxwaz jî bi rêbazên meşrû bên ziman. KCK’ê bang li hemû hêzên siyasî kir ku bi berpirsyarî rabin.
NAVENDA NÛÇEYAN – NÛÇE CIWAN
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, li ser raperîna gel a çar roj in li Başûrê Kurdistanê dewam dike daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, pirsgirêk tevgera demokrasiyê û bernameya demokratîk çareser dibin.
KCK’ê da xuyakirin ku rabûna gel ji bo demokratîkbûnê cihê serbilindiyê ye û ji bo çareseriyê got, “Platform, komîsyon ya jî komîteya çareserkirina pirsgirêkên siyasî û civakî dikare bê avakirin ku partiyên siyasî yên cuda, rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên demokratîk di nav de cih bigirin û bersiv ji daxwazên gel re bê dayin.”
Di daxuyaniya nivîskî ya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de hat gotin, “Gelê me li Başûrê Kurdistanê bi daxwaza demokratîkbûnê xwepêşandanên protestoyî li dar dixe. Em sersaxiyê ji malbatên mirovên di van çalakiyan de jiyana xwe ji dest dane dixwazin û ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin. Gelê Kurd li Rojhilata Navîn gelekî zext, zilm û komkujî dîtiye. Li dijî mêtingerî, qirkirin, zext û zilmê berdêlên giran daye, bi vî rengî li ber xwe daye û mafên xwe yên demokratîk neteweyî yên herî biçûk jî bi dayina berdêlên giran bi dest xistiye. Di nava têkoşîna jiyana azad û demokratîk a sed salî de gihîştiye asteke girîng a hişmendiya demokratîk û azadiyê. Bû yek ji wan gelan ku weke civakeke di dîrokê de bê dewlet maye, hişmendiya azadî û demokrasiyê bi rengê herî pak jiya ye. Têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li çar parçeyên Kurdistanê rû da, gelê Kurd di asteke kûr de gihandiye hişmendiya demokrasî û azadiyê. Niha li Rojhilata Navîn gelê ku di asta herî bilind de xwedî hişmendiya azadî û demokrasiyê ye, gelê Kurd e.
Gelê Kurd ê bûye xwedî hişmendiya azadî û demokrasiyê, li Başûrê Kurdistanê ku derfet û çeperên girîng bi dest xistiye, dixwaze bi awayekî azad di nava demokrasiyê de bijî. Weke gelekî ku di dîrokê de bi rêbaza civaka li derveyî dewletê jiya ye, li Başûrê Kurdistanê ya bûye xwedî statuyekê, dixwaze di nava azadî û demokrasiyê de bijî û ev jî daxwazeke tê fêhmkirin. Di cîhana heyî de ku dewletên navendî û rejîmên otorîter gav bi gav bê bandor dibin, hesreta gelê me ya li jiyaneke azad û demokratîk daxwazeke gelekî mafdar e. Gelê Başûrê Kurdistanê ev hesreta xwe bi salan, bi wesîle û şêweyên cuda anî ziman.”
Gel nîşan da ku ji siyaseta li Başûr ne razî ye
KCK’ê diyar kir ku gel nîşan da ji rêbaza siyasetê ya li Başûr ne razî ye û di dewama daxuyaniya xwe de got, “Protestoyên dawî yên gelê me yê li Başûrê Kurdistanê nîşandana hesreta gelê me ye. Ji ber vê yekê divê rast bê fêhmkirin û çareseriyeke rast jê re bê dîtin. Gel bi rêya van protestoyan nîşan da ku ji rêbaza siyasetê ya li Başûr ne razî ye. Rêbazeke jiyana siyasî ya demokratîk tê xwestin, ku gel karibe yekser cihê xwe di nava siyasetê de bigire. Heta rêveberiyên demokratîk ên li nava partiyan, dixwaze rêbaza siyasî ya demokratîk bê bikaranîn. Ev yek di heman demê de daxwaza rêveberiyeke nû ya demokratîk e ku dikare bersivê bide pêwîstiyên gel.
Hêzên siyasî yên bi salan ji bo azadiya gelê Kurd û afirandina statuya Kurdistanê siyaset kirine, divê rabûn û daxwazên gel rast fêhm bikin û bêyî serî li rêbazên zordariyê yên li welatên din bidin, rê û rêbazeke ku çareseriyê ji pirsgirêkan re dibîne, peyda bikin. Li karakterê hêzên siyasî yên Kurd nayê ku mîna hêzên siyasî yên otorîter ên li Rojhilata Navîn otorîteya xwe nîşanî gel bidin û bi gel bidin qebûlkirin. Ji ber vê yekê platform, komîsyon ya jî komîteya çareserkirina pirsgirêkên siyasî û civakî dikare bê avakirin ku partiyên siyasî yên cuda, rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên demokratîk di nav de cih bigirin û bersiv ji daxwazên gel re bê dayin. Ev komîte li her cihî dikare bi gelê rabûye ser piyan re civînan bike û li rêyên çareseriya pirsgirêkan bigere.
Bêguman daxwaza gel a demokrasiyê û liv û tevgera ji bo vê yekê, mafdar û rewa ye. Lê belê divê nekevin nava helwesteke ku vê mafdarî û rewatiya xwe neheq bike û rê li ber bikaranîna şîdetê veke. Pêwîste daxwazên demokratîk bi çalakiyên demokratîk ên meşrû bên ziman. Gelê me dema daxwazên xwe yên demokratîk tîne ziman, divê nekeve nava helwestên şewitandin û xera kirinê. Hêzên ku erka rêveberiyê di destê wan de ye divê li dijî gel şîdetê bi kar nînin. Divê gelê me zanibe, dibe ku hin hêz hebin ku bixwazin van daxwazên mafdar û rewa demokratîk îstîsmar bikin, berevajî nîşan bidin û bi vê têgihiştinê divê bi hişyarî tevbigere.
Rabûna ser piyan ji bo demokratîkbûnê, cihê serbilindiyê ye
Rabûna gel ji bo demokratîkbûnê, ji bo hemû Kurdan cihê serbilindiyê ye. Ji xwe demokratîkbûn bi rabûna ser piyan a gel li her cihî û xwedîderketina li demokrasiyê pêk tê. Ji ber vê yekê, partiyên siyasî yên erka rêveberiyê di destê wan de ye, lazim e ji xwe re weke çavkaniya hêzê û cihê serbilindiyê bibînin ku xwedî rastiyeke bi vî rengî ya gel in. Di vê çarçoveyê de divê rast nêzîk bibin. Ev yek bi têkilî û diyaloga bi gel, partiyên siyasî û hemû hêzan re, dikare nexrêyeke çareseriya pirsgirêkan derxîne holê.
Di demekê de ku li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn diqewime û bûyerên cidî yên siyasî li dora Kurdistanê heye, divê gel esas were girtin, bi hemû hêzên siyasî û derdorên demokratîk re pirsgirêk werin çareserkirin û gelê Kurd ji hemû bûyerên li herêmê biqewimin re, bê amadekirin. Nêzîkatiya siyasî ya xwedî berpirsyarî divê li ser vê bingehê be. Eşkere ye ku ev yek jî bi xwespartiya gel, bi gel re û bi çareserkirina pirsgirêkên gel dikare bibe.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dawiya daxuyaniyê de ev bangewazî li aliyan kir:
“Di vê qonaxê de kêşeyên civakî û siyasî derketine holê ji qaweta partiyekê an jî ji ya du partiyan zêdetir e. Ji ber vê jî ji xeynî tevger û bernameya demokrasiyê ya ku wê hemû alî xwe tê de bibînin, tu çareserî ji van kêşeyan re nayê dîtin. Ji ber vê jî ji bo demokratîkbûnê him gelê me yê ku rabûye ser pêyan, him aliyên civakî, him jî hêzên siyasî yên ku rêveberî di destê wan de ye û him jî tevgerên din ên siyasî divê bi vê nêzikatiyê tevbigerin. Ev nêzikatiya wan Başûrê Kurdistanê de di serî de, wê ji bo hemû gelên Kurdistanê re tiştekî baş be.
Li ser vê esasî em protestoyên demokratîkbûnê yên gelê xwe bi watedar û bi qîmet dibînin û bang li hemû hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê dikin ku divê xetereyan li pêş çavan bigirin û bi berpirsyarî divê helwesta xwe nîşan bidin.”
KCK Yürütme Konseyi Eşbaşkanlığı, Güney Kürdistan’da devam eden halk isyanının meşru ve haklı olduğunu, taleplerin de meşru yöntemlerle dile getirilmesi gerektiğini belirtti. KCK, tüm siyasal güçlere sorumluluk çağrısında bulundu.
HABER MERKEZİ – NÛÇE CIWAN
Güney Kürdistan’da dört gündür devam eden halk isyanına ilişkin yazılı açıklama yapan KCK Yürütme Konseyi Eşbaşkanlığı, sorunların demokrasi hareketi ve demokratik programla çözüleceğini belirtti.
Halkın demokratikleşme için ayağa kalkmasının onur verici olduğunu belirten KCK, çözüm için ‘’farklı siyasal partiler, sivil toplum örgütleri ve demokratik kuruluşların da içinde olacağı halkın taleplerini karşılayacak toplumsal ve siyasal sorunları çözme platformu, komisyonu ya da komitesi kurulabilir’’ dedi.
Başsağlığı mesajı
KCK Yürütme Konseyi Eşbaşkanlığı yazılı açıklamasında, ‘’Başurê Kurdîstan’da halkımız demokratikleşme talebiyle protestolarda bulunmaktadır. Bu protesto eylemlerinde yaşamını yitirenlerin ailelerine başsağlığı, yaralılara da acil şifalar diliyoruz. Kürt halkı Ortadoğu’da baskıya, zulme ve katliamlara en fazla maruz kalmış bir halktır. Sömürgeciliğe, soykırıma, baskıya ve zulme karşı ağır bedeller ödeyerek direnmiş, en küçük ulusal demokratik haklarını bile ağır bedeller ödeyerek kazanmıştır. Yüzyıla yayılan özgür ve demokratik yaşam mücadelesi içinde önemli düzeyde bir özgürlük ve demokrasi bilincine kavuşmuş, tarih boyunca devlet dışı kalmış bir toplum olarak da özgürlük ve demokrasi bilincini en saf biçimde yaşayan halklardan biri olmuştur. Kürdistan’ın dört parçasında gelişen özgürlük ve demokrasi mücadelesi de Kürt halkını derinleşmiş düzeyde özgürlük ve demokrasi bilincine ulaştırmıştır. Şu anda Ortadoğu’da en yüksek düzeyde özgürlük ve demokrasi bilincine kavuşmuş halk Kürtlerdir.
Özgürlük ve demokrasi bilinci yükselmiş Kürt halkı, önemli mevzii ve imkanlara kavuşmuş Başurê Kurdîstan’da demokrasi içinde özgürce yaşamak istemektedir. Tarih boyunca devlet dışı toplum tarzında yaşamış bir halk olarak, belli bir statüye kavuşmuş olan Başurê Kurdîstan’da özgürlük ve demokrasi içinde yaşamak istemesi anlaşılır bir durumdur. Merkezi devletlerin ve otoriter rejimlerin giderek anlamını yitirdiği günümüz dünyasında halkımızın özgür ve demokratik yaşam özlemi çok haklı bir istemdir. Başurê Kurdîstan halkı yıllardır bu özlemini çeşitli vesilelerle ve çeşitli biçimlerde dile getirmektedir’’ denildi.
Halk Tepkisini Gösterdi
Halkın Başur’daki siyaset tarzından hoşnut olmadığını gösterdiğini belirten KCK, açıklamasının devamında şu hususlara dikkat çekti;
‘’Başurê Kurdîstan halkının son protestoları tamamen halkın içindeki özlemlerin dışavurumu olarak ortaya çıkmıştır. Bu açıdan doğru anlaşılması ve doğru çözümün bulunması gerekmektedir. Halk bu protestolarla Başur’daki siyaset tarzından hoşnut olmadığını göstermiştir. Halkın doğrudan siyaset içinde olacağı demokratik bir siyasal yaşam tarzı istenmektedir. Parti içi demokrasiden oluşacak yönetimlere kadar demokratik siyasal tarzın işlemesi gerektiğini tutumuyla ortaya koymuştur. Bu aynı zamanda toplumun ihtiyaçlarına cevap olacak yeni bir demokratik yönetim talebi olmaktadır.
Yıllardır Kürt halkının özgürlüğü ve Kürdistan’ın statüye kavuşması doğrultusunda siyaset yapmış siyasal güçlerin halkın ayağa kalkışını ve taleplerini doğru anlamaları, başka ülkelerde olduğu gibi zor yöntemlerine başvurmadan var olan sorunların çözümüne cevap olacak yol ve yöntemleri bulmaları gerekmektedir. Ortadoğu’daki diğer otoriter siyasi güçler gibi halka kendi otoritesini gösterme ve kabul ettirme gibi bir tercihin Kürt siyasi güçlerinin karakterine uymayacağı açıktır. Bu açıdan farklı siyasal partiler, sivil toplum örgütleri ve demokratik kuruluşların da içinde olacağı halkın taleplerini karşılayacak toplumsal ve siyasal sorunları çözme platformu, komisyonu ya da komitesi kurulabilir. Bu komite her yerde ayağa kalkan halkla toplantılar yaparak sorunlara çözüm yolları arayabilir.
Kuşkusuz halkın demokrasi istemesi ve bunu ortaya koyan hareketlilikler içine girmesi haklı ve meşrudur. Ancak bu haklı ve meşru hareketi haksız duruma düşürecek ve şiddet kullanılmasına gerekçe yapılacak tutumlardan kaçınılması gerekir. Demokratik talepler meşru demokratik eylemlerle dile getirilmelidir. Halkımız demokratik taleplerini ortaya koyarken yakma ve yıkma gibi tutumlara girmemeli, yönetim erkini elinde bulunduranlar da halka karşı şiddet kullanmamalıdır. Halkımız bu haklı ve meşru demokratik taleplerini istismar edecek ve saptıracak çeşitli güçlerin de olabileceğini bilerek duyarlı yaklaşmalıdır.
Başkaldırı Onur Verici Bir Durumdur
Halkın demokratikleşme için ayağa kalkması tüm Kürtler için onur verici bir durumdur. Zaten demokratikleşme her yerde halkın ayağa kalkması ve demokrasiyi sahiplenmesiyle gerçekleşir. Bu açıdan şu anda yönetim erkini elinde bulunduran siyasal partilerin de böyle bir halk gerçekliğine sahip olmayı güç kaynağı ve onur verici bir gerçeklik olarak görmeleri en doğru yaklaşım olacaktır. Bu halkla ve tüm siyasi parti ve çevrelerle ilişki ve diyalog içinde ortaya çıkan sorunlara çözüm bulacak bir yol haritası çıkarılabilir.
Ortadoğu’da Üçüncü Dünya Savaşının sürdüğü ve Kürdistan etrafında ciddi siyasal olayların yaşandığı bir dönemde sorumlu siyasal yaklaşım, halkı esas alan bir temelde tüm siyasi kesimler ve demokratik çevrelerle birlikte sorunları çözme ve Kürt halkını bölgedeki her türlü gelişmeye hazır etme yönünde olmalıdır. Bunun da halkla birlikte, halka dayanarak ve halkın sorunlarına çözüm bulmakla olacağı açıktır.’’
Taraflara Çağrı
KCK Yürütme Konseyi Eşbaşkanlığı açıklamasının sonunda taraflara şu çağrıda bulundu:
‘’Gelinen aşamada tek bir siyasi partinin ya da bir iki siyasi partinin gücünü aşan toplumsal ve siyasal sorunlar ortaya çıkmış bulunmaktadır. Bu açıdan en geniş kesimlerin içinde yer alacağı bir demokrasi hareketi ve demokratik program dışında sorunlara çözüm bulmak mümkün değildir. Bu temelde hem demokratikleşme için ayağa kalkan halkımızın ve toplumsal kesimlerin, hem de mevcut yönetim erkini elinde bulunduran siyasi güçlerin ve tüm siyasi hareketlerin böyle bir yaklaşımla hareket etmeleri başta Başurê Kurdîstan olmak üzere tüm Kürdistan halkının yararına olacaktır.
Bu temelde halkımızın demokratikleşme protestolarını değerli ve anlamlı buluyor; Başurê Kurdîstan’daki tüm siyasi güçleri Başurê Kurdîstan’ın siyasi istikrarı için ve var olan tehlikeleri dikkate alarak sorumlu bir yaklaşım ve tutum göstermeye çağırıyoruz.’’