Cenazeyê şervana YPJ’ê Dîlan Bîngol a sala 2014’an di berxwedana Kobanê de şehîd ket jî di nav de, cenazeyên 267 gerîlayên HPG/YJA Starê û şervanên YPG/YPJ’ê ji gorê hatin derxistin û birin cihekî nediyar e.
NAVENDA NÛÇEYAN
li ser medyayî Bav Lezgîn Bîngol daxûyek da diyar kir ku cenaze bi fermana dozgeriyê hatine derxistin û birine cihekî nediyar.
Goristana Garzanê ya li Bedlîsê bi êrîşekê bi temamî ji holê hate rakirin. Di êrîşê de gor hatin xerakirin û cenazeyê şervana YPJ’ê Dîlan Bîngol a sala 2014’an di berxwedana Kobanê de şehîd bû jî di nav de, 267 cenaze ji gorê hatin derxistin.
Bav Lezgîn Bîngol bi rêya hesabê xwe yê medya civakî li ser mijarê daxuyaniyek da û got, “Ev goristan di nava raya giştî de bi navê ‘Şehîdgeha Garzanê’ tê naskirin. Ji ber ku di rojên dawî de hat gotin ku ev goristan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye xerakirin, roja 18’ê Kanûna 2017’an min bi nivîskî serî li Walîtiya Bedlîsê da. Cenazeyê keça min Dîlan Bîngol jî li wê goristanê hatibû veşartin. Di daxwaznameya xwe de min got ku dixwazim serdana gora keça xwe bikim, lewma min xwest hîn bibim bê li wê herêmê qedexeyek heye yan na. Rayedarên Walîtiyê diyar kirin ku ew herêm herêma jendermeyan e û xwestin ku daxwaznameyê pêşkêşî wan bikim. Min jî daxwazname da jendermeyan û hatim. 19’ê Kanûna 2017’an ji jendermeyan li min geriyan û gotin, ‘267 cenazeyên li wê goristanê bi fermana dozgeriyê hatin derxistin û ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê re hatine şandin.”
Nayê zanîn bê cenaze bi ku ve birine
Lezgîn Bîngol anî ziman ku li ser vê yekê roja 20’ê Kanûnê ji bo serdana gora keça xwe ew çûye goristana li gundê Yûkari Olekê û got, “Dema ku çûm goristanê, gora keça min ne li şûna xwe bû. Gor hatibû xerakirin û hestiyên cenaze jî ji gorê hatibûn derxistin. Li wê derê gor nemaye. Min bala xwe da gorên din jî, ew jî bi heman rengî bûn. Bi kurtasî cenazeyê keça min jî di navê de hemû cenaze ji wir birine. Roja 21’ê Kanûna 2017’an jî min serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê da. Min hem cenazeyê keça xwe xwest, hem jî giliyê berpirsyaran kir. Ji ber ku cenazeyê keça min ji xwe bi destûrnameya neqil û veşartinê ya ji Saziya Tipa Edlî ya Rihayê wergirtî me teslîm girt û li wê goristanê veşart. Li ser karê veşartina cenaze de lêpirsîn der barê min û hevsera min de hate vekirin. Em li dadgehê hatin darizandin û me berat kir. Tevî ku nasnameya keça min bi rengekî vekirî tê zanîn, birina cenaze ji bo tipa edlî ne tiştekî were qebûlkirin e. Xuya ye dozeke demdirêj li pêşiya me ye, ku em mafdar in.”
2014 yılında Kobanê direnişinde şehit düşen YPJ savaşçısı Dilan Bingöl’ün de aralarında bulunduğu 267 HPG, YJA Star gerillası ile YPG ve YPJ savaşçılarının mezarının yerinden çıkarılarak bilinmeyen bir yere götürüldüğü öğrenildi.
Konuya ilişkin sosyal medya hesabından açıklamada bulunan baba Lezgin Bingöl,cenazelerin savcılık talimatı ile yerinden çıkarılarak götürüldüğünü söyledi.
Bitlis’te bulunan Garzan mezarlığına yapılan saldırı ile mezarlık tamamen yok edildi. Saldırıda mezarlar tahrip edilirken, 2014 yılında Kobanê direnişinde şehit düşen YPJ savaşçısı Dilan Bingöl’ün cenazenin bulunduğu 267 cenazenin yerinden çıkarıldığı öğrenildi.
Konuya ilişkin sosyal medya hesabından açıklamada bulunan baba Lezgin Bingöl, “Bu mezarlık kamuoyunda ‘Garzan şehitliği’ olarak bilinmektedir. Son günlerde bu mezarlığın güvenlik güçleri tarafından yıkıldığının duyumu üzerine 18 Aralık 2017 tarihinde Bitlis Valiliği’ne yazılı bir dilekçeyle müracaat ettim. Kızım Dilan Bingöl’ün cenazesi de o mezarlıkta defin edilmişti. Verdiğim dilekçede kızımın mezarını ziyaret etmek istediğimi, o bölgede herhangi bir yasağın olup olmadığını tarafıma bildirilmesini talep ettim. Valilik yetkilileri dilekçemi jandarma bölgesi diye, jandarmaya havale etti. Ben de dilekçeyi jandarmaya bırakıp geldim. 19 Aralık 2017 tarihinde jandarmadan beni aradılar ve dediler ki ‘o mezarlıkta bulunan 267 cenaze savcılık talimatıyla çıkarılmış ve İstanbul Adli Tıp Kurumuna gönderilmiş’ denildi” dedi.
Cenazeler kayıp
Bunun üzerine 20 Aralık günü kızının mezarını ziyaret etmek için Yukarı Ölek köyündeki mezarlığa gittiğini belirten Lezgin Bingöl açıklamasına şöyle devam etti: “Mezarlığa gittiğimde kızımın mezarı yerinde yoktu, mezar yıkılmış ve cenazeye ait kemikler de mezarından çıkarılmış ve götürülmüştü. Orada mezar diye bir şey kalmamış. Diğer mezarlara da baktım tüm mezarlar aynı durumdaydı. Kısacası kızıma ait cenaze dahil tüm cenazeler oradan alınıp götürülmüş. Bunun üzerine 21 Aralık 2017 tarihinde Bitlis Cumhuriyet Başsavcılığı’na müracaat ettim. Hem kızıma ait cenazeyi talep ettim ve hem de ilgililer hakkında suç duyurusunda bulundum. Çünkü zaten kızımın cenazesini Urfa adli tıp kurumundan defin ve nakil ruhsatını alarak teslim almış ve o mezarlıkta defin etmiştik. Bu defin işlemiyle ilgili ben ve eşim hakkında soruşturma açıldı. Mahkemede yargılandık ve beraat ettik. Kızımın açık kimliği bilinmesine rağmen tekrar adli tıp işlemlerine tabi tutulması hiçbir hukuk kuralıyla açıklanamaz bir durumdur. Öyle anlaşılıyor ki uzun ve haklı olacağımız bir dava konusuyla yüz yüzeyiz.”