YCR bi daxûyanîyekî nîvîskê, piştgirî da serhildana ciwanên Başûrê Kurdistanê
NAVENDA NÛÇEYAN – NÛÇE CIWAN
Daxûyanîya YCR wihaye :
Jî bo raya giştî
Ev bi dehan salın ku gelê kurd li Başûrê Kurdistanê di bin desthilatdariya malbatî û Hizbcîtê de jiyan dike ev desthilata ji regezên azadî û Demoqrasê dûr destkeftiyên şehîd û Gelê Başûrê kurdistanê teslîmî dagirkeran kir bi talîmatên dagirkeran tevdiverin.
Desthilata malbatî û hizbî bi salane aborıya başûr talan dike jiyana ciwan û gelê başûr rû bi rûyê bêzarî û parsekê kirine ciwan bê kar û xwendin hatine hîştine.
Parlemento û Siyasete Başûr mecbûrî îflasê kirine û çarenûsa Gelê Başûr xistine nava tehlîkeyeke nediyar .Ji ber van sedeman ciwanên başûrê kurdistanê serî li hamer vê desthilata malbatî û îflaskirî li başûr hildan .
Em wek Yeketiya Ciwanên Rojava Serî Hilda’na ciwanên başûr di cihde û rewa dibînin ,em piştgriya wan dikin banga xwe rêxistinkirina serî hilda’na wan dikin .Em bang li Hikûmeta Başûr dikin ku daxwazên ciwanan û gel bi cih bîne.Ewên ku Kerkûk û nivî Başûr bê şer teslîm kirin ĺê niha ciwanên başûr ên sivîl gûle baran dikin Şehîd dixin em wan şermezar dikin.
Ji malbatên şehîdan re sersaxê dixwazin ji birìndaran re şîfaýê dixwazin.