Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê êrîşî kolberan kir. Di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de 3 kolber bi giranî birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN
Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê, di 21’ê Kanûnê de, hêzên leşkerî yên Îranê li du cihên cuda yên bajarê Bane kolber gulebaran kirine, li cihekê 2 û li cihekî din jî kolberek birîndar bûye.Li gorî Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê, kolberê bi navê Mehdî Ehmedpûr û Karsaz Ezîzî li sînorê bajarê Bane bi giranî birîndar bûne. Hate diyar kirin ku dema rakirine nexweşxaneya Bane, mûameleya girtiyan li wana kirine û rê nedane malbat serdana wan bikin.
Li gorî heman çavkaniyê, li derdora gundê Zelê yê Baneyê jî di encama gulebarana hêzên Îranê de kolberê bi navê Adil Mihmedpûr bi giranî birîndar bûye. Hate ragihandin ku 2 gule li pişta wî ketiye.
Hêjayî gotinê ye ku piştî Wezîrê Navxweyî yê Îranê ragihand ku wê di warê qanûnî de kolberiya li ser sînorên Kurdistanê qedexe bikin, êrîşên hêzên Îranê yên li ser kolberên Kurd zêdetir bûn.
Rojhilat’ın Bane şehrinde İran güçlerinin kolberlere silahla saldırması sonucunda 3 kolber ağır yaralandı.