Gurbuz Topçû ku meha Tebaxê li çiyayê Nûrheqê bi birîneke giran dîl hate girtin, tevî ku nehate dermankirin, êşkence lê hate kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – NÛÇE CIWAN
Nivîskarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Huseyîn Akyol, êşkenceya li girtî Gurbuz Topçû yê bi birîna giran hate kirin, kir mijara gotara xwe ya îro.
Akyol ev agahî da:
“Nav Gurbuz Topçû. 28’ê Tebaxa 2017’an li çiyayê Nûrheqê bi birîneke giran hate girtin. Ji ber ku fîşek li çavê wî yê çepê ket, çavê wî yê çepê rijiya ye. Ev rewş bandorê li çavê rastê jî dike. Ji ber ku fîşek û parçe li aliyê çepê yê milê wî ket, hestiyên wî parçe bûne û nikare milê xwe bilivîne. Rewşa lingê wî yê çepê jî bi heman rengî ye.
Heft rojan di komayê de ma. Nayê bîra wî ku di 20 rojên destpêkê de çi bi serê wî ve hatiye. Tevî vê birîna xwe jî di roja 40. de lêpirsîna wî hate kirin. Tevî ku nekarî hiş û bedena xwe hîs bike, kirin ku îmzeyê biavêje binê hin kaxizan. Nizane ku dema çavên wî nedidît û hişê wî ne li serî bû, îmzeya xwe daniye binê çi.
Di dema lêpirsînê de parêzer li cem wî tine bû. Di demekê de ku nedikarî bimeşe, ew derxistin pêşberî dozgerî û dadgehê. Li dadgehê parêzerek dît, lê nizane bê kî ye. Ev sê meh in li hucreya yek kesî tê hiştin û nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne. Pêwîstî bi parêzerekî heye ku karibe doza wî bişopîne. Ya herî girîng jî dixwaze li cem hin kesan bimîne ku karibin alîkariyê bidin wî ji bo karibe bijî. Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1. a Xarpêtê, hin kesan serlêdan kirin ji bo biçin cem wî. Lê belê ev serlêdan nayên qebûlkirin.”
Geçtiğimiz Ağustos ayında Nurhak dağlarında ağır yaralı olarak esir düşen Gürbüz Topçu’nun tedavi edilmediği gibi işkenceye maruz bırakıldığı belirtildi.
HABER MERKEZİ – NÛÇE CIWAN
Özgürlükçü Demokrasi Gazetesi yazarı Hüseyin Aykol, ağır yaralı tutsak Gürbüz Topçu’ya yönelik işkenceyi bugünkü köşesine taşıdığı.
Aykol’un verdiği bilgiler şöyle:
Adı Gürbüz Topçu. 28 Ağustos 2017 günü Nurhak dağlarında ağır yaralı olarak yakalandı. Sol gözünden aldığı kurşun nedeniyle sol gözünü yitirdi. Bu durum sağ gözü de etkiliyor. Sol omzundan aldığı kurşun ve parçaları sonucu kemikler parçalandı ve oynatamıyor. Sol ayak da benzer durumda.
Yedi gün kadar komada kaldı. İlk 20 gün yaşadıklarını hatırlayamıyor. Böylesi yaralı haldeyken, 40. gününde sorguya alındı. Bilincini ve bedenini hissetmediği bir haldeyken, bazı kâğıtlara imza attırıldı. Gözleri görmez ve bilinci yerinde değilken, neleri imzaladığını bilemiyor.
Sorgulama sürecinde avukat yoktu. Doğru dürüst yürüyemediği bir dönemde çıkarıldığı savcılık ve mahkemede bir avukat gördü ama kim olduğunu bilmiyor. Üç aydır, tekli bir hücrede tutuluyor ve yaşamını tek başına sürdürebilecek bir halde değil. Davasını takip edebilecek bir avukata ihtiyacı var. Dahası günlük yaşamını idame ettirmesinde yardımcı olabilecek birilerinin yanında olmak istiyor. Bulunduğu Elazığ 1 nolu Yüksek Güvenlikli Cezaevi’nde bulunan kimi kişiler, yanına gitmek için başvuruda bulundu; ancak her nedense kabul edilmiyor.