Vê heftê jî xebatên jinên Rojavayê Kurdistanê pêşketin.
NAVENDA NÛÇEYAN – NÛÇE CIWAN
Bi rihêkî hevbeş û komînal jinên rojavayê Kurdistane xwe perwerde dikin û aboriya jinê xurttir dikin. Vê heftê jî pêşketinên nû hebûn.
QAMIŞLO
Tenduristî
Weqfa Jina Azad ji bo parastina tenduristiyê bi hevkariya Rêxistina Sikûp li bajarê Qamişlo pêngava “Sihtek biduniya” dest pê kir. Di vê çerçovê de semînerekî hate dayîn. Di nava semînêr de mijarên wekî “paqijiya zarokan, derûniya zarokan û destwerdanên destpêkê” hatin vegotin û li ser van mijaran biroşorên ku hatibûn amadekirin li beşdaran hatin belavkirin.
Baxçeya zarokan
Weqfa Jina Azad a Rojava Baxçeyê Zarokan a bi navê Arî li komîna şehîd Hefraz a navçeya Girkê Legê vekir. Bi armanca alîkariya xwediyên zarokên ku di saziyên civaka sivîl dixebitin û alîkariya zarokên şehîdan, Weqfa Jina Azad Baxçeyê Arî vekir.
Perwerde
Dewreya bi navê Şehîd Delal Amed bi tevlîbûna 29 endamên Kongreya Star, hevserokên saziyên sivîl û hevserokên komînên navçeya Tirbespiyê destpê kir. Dewreya perwerdê 10 rojan domand. Di dewreyê de dersên birdozî, dîrokî û siyasî û her wiha dersên parastinê hatin dayîn.
Yekemîn Hevdîtina Şêwirî
Yekemîn Hevdîtina Şêwirî ya Jinên Kurd ên Rojava li 22ê vê mehê li bajarê Dêrikê yê girêdayî kantona Qamişlo dest pê kiribû. Ev hevdîtin bi beşdariya 210 jinên Kurd ên ji herêmên Firat, Efrîn, Cizîr û Minbicê di bin durişmeya “Yekîtiya jinên Kurdistanê misogeriya yekîtiya niştimanî ya Kurd e” pêk hat.
Kargeha dirûtinê
Xebatkarên jin ya kargeha dirûtinê bi ruhekî hevbeş aboriya xwe xurt dikin. Bi armanca geşkirina aboriya jin û peydakirina derfetên kar ji bo jinê, Desteya Aborî ya Jinê ya Kantona Cizîrê di sala 2012‘an de werşeyeke dirûtinê ya bi navê ʺWarşînʺ vekir. Di warşîn jî cilên cûr bi cûr tên dirûtin.
EFRÎN
Basketbol
Xwendekarên jin ên dibistanên navîn ên navçeya Raco ya Efrînê ji bo rola xwe di hemû warên jiyanê de îsbat bikin xwestin ku tîmeke basketbolê ya jinan ava bikin. Vê heftê jî di xebatên werzîşê de gaveke girîng avêtine û cara yekê tîmeke basketbolê ava kirine.
Xwaringeh
Jinan bi ruhekî hevpar xwaringehek vekirin û bi vê yekê debara xwe ya jiyanê dikin. 3 jinên ji Kantona Efrînê yên bi navên Leyla Agirî, Nehîde Xelîl û Zeyneb Betal bi hev re bûn alîkar û bi ruhekî komînal, xwarinegehek vekirin. Li xwaringehê xwarinên gelêrî yên Efrînî û gelek cûreyên din ên xwarinan tên pêşkêşkirin. Armanca jinan ji vê yekê xurtkirina aboriya jinê û peydakirina derfetên kar ji bo jinan e.
Gireva birçîbuyînê
Jinên navçeya Raco ji bo azadiya Rêber APO dû roj gireva birçîbuyînê pêk anîn.
TEBQA
Mala jinê
Li kampa bajerokê El-Cirniyê navenda jinan a bi binê „Mala jinê“ hate vekirin. Di Mala Jinê ya kampê de 12 jin dixebitin û bi pirsgirekên civakê, taybet bi pirsgirekên jinê, alakadar dibin.