Rêxistina Roj a paqijkirina mayînan (RNCO) nasnameya endamekî xwe ku di çalakiyên paqijkirina mayînan de li maleke bajarê Reqayê şehîd ketibû, eşkere kir.
NAVENDA-NÛÇEYAN – NÛÇE CIWAN
Rêxistina Roj a paqijkirina mayînan (RNCO) bi daxuyaniyekê ragihand ku endamekî wê yê bi navê Egîd Elî ku di nava tîmeke paqijkirina mayînan de li bajarê Reqayê dixebitî, mayîneke çeteyên DAIŞ’ê pêde teqiya û di encamê de şehîd ket.
Daxuyaniya RNCO wiha ye:
“Di 25’ê Kanûna 2017’an de endamê rêxistina me yê bi navê Egîd Elî dema ku maleke bajarê Reqayê ji mayînên çeteyan paqij dikirin, mayîneke çeteyan pêde teqiya û di encamê de şehîd ket.
Rêxistina me di van mehên borî de bi armanca ku welatiyên bajarê Reqayê di demek zû de vegerin malên xwe û jiyana xwe vejînin û bi hemû hêz û derfetên xwe lez daye xebatên xwe.
Em weke Rêxistina Roj a paqijkirina mayînan (RNCO) bi dilekî bi êş şehadeta hevalê xwe Egîd radigihînin û di heman demê de em soz didin ku em ê riya şehîdên xwe bişopînin û erka xwe ya mirovahî heta ku hemû herêm ji qirêjiya çeteyên DAIŞ’ê tê paqijkirin berdewam bikin.
Em sersaxiya malbata şehîd Egîd Elî û gelê xwe dixwazin.”
Nasnameya Şehîd wiha ye:
Nav û paşnav: Egîd Elî
Navê bav: Fewaz
Navê dayîkê: Zimurod
Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Serêkaniyê 1’ê Çileya 1992’an
Cih û dîroka şehadetê: Reqa 25’ê Kanûna 2017’an.
Roj Anti-mayın örgütü (RMCO), bir savaşçının Reqa’da mayın temizleme çalışması sırasında şehadete ulaştığını duyurdu.
HABER MERKEZİ – NÛÇE CIWAN
RMCO, üyelerinden Egid Eli’nin 25 Aralık’ta, Reqa’da mayın temizleme çalışmaları sırasında meydana gelen patlamada şehit olduğunu açıkladı.
Şehidin kimlik bilgileri şu şekildedir:
Adı Soyası: Egîd Elî
Baba Adı: Fewaz
Ana Adı: Zimurod
Doğum Yeri ve Tarihi: Serêkaniyê, 1 Ocak 1992
Şehadet Yeri ve Tarihi: Reqa, 25 Aralık 2017