Tevgera Ciwanên Êzidî yên Şengalê bi daxuyaniyekê êrîşên li ser goristanên şehîdan şermezar kirin û hate gotin: “Li dijî her cûre êrişan ‘Serî Hilde'”.
ŞENGAL – NÛÇE CIWAN
Nerazîbûnene li dijî êrîş û hovîtiya dewleta Tirk a li dijî goristanên şehîdan her diçe mezin dibe. Tevgera Ciwanên Êzidî (TCÊ) di çarçoveya pêngava ‘Serî Hilde’ de îro di saet 11:00’an de daxuyaniyeke çapemeniyê li ber navenda Meclîsa Gel a bajarokê Sinûnê da û êrîşên li ser goristanên şehîdan şermezar kirin.
Daxuyanî ji aliyê Endamê Rêveberiya ciwanan Harûn Diyar ve hate xwendin. Di daxuyaniya ciwanan de wiha tê gotin: “Em weke Tevgera Ciwanên Êzidî van êrîşên li ser goristanên şehîdan, girtiyên zîndanan û li ser Rêbertiya xwe şermezar dikin. Ev êrîşên ku Dewleta Tirk li ser goristanên şehîdan dike, di qanûnên ti olan, mirovahî û qanûnan de nîne û nayê qebûl kirin. Dewleta Tirk ewqasî lewaz û bê hêz bûye ji bo wê dest bi êrîşên hovane û dijî mirovahiyê dike. Ji van êrîşan dizane ku dijminê me heya ji gorên nemirên me jî ditirse.”
‘Ti êrîş nikare me ji Rêbertiya me qut bike’
Di daxuyaniyê de îşaret bi sîstema êşkenceyê û tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî hate kirin û wiha berdewam kir: “Em weke TCÊ’ê dibêjin ku Dewleta Tirk bi van êrîşên xwe nikare dengê rastiyê bibire, em dibêjin ne êrîşên wan ne jî tu tiştek din wê nikaribe destê me ji Rêbertiya me qut bike. Li ser wî bingehî em tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî, goristanên şehîdan û li girtiyan şermezar dikin. Dewleta Tirk dixwaze bi rê û rêbazên weke cilên yek rengî li ser girtiyan ferz bike, lê nizane ku vîneke me ji pola ku bingehê xwe ji vîn û cesareta Mazlûm Doxanan digire heye.”
Daxuyanî wiha berdewam kir: “Em jî weke Tevgera Ciwanên Êzidî piştgirî didin malbatên xwe yên şehîdan û emê weke TCÊ’ê tu carî li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin. Li ser vî bingehî em dibêjin, ‘Li hemberî faşîzma AKP’ê, li hemberî êrîşên li ser gorên şehîdan, li hemberî her cûre û rengê êrîşan SERÎ HILDE.”
Êzidî Gençlik Hareketi (TCÊ) “Seri hilde” (Baş kaldır) hamlesi kapsamında Türk devletinin şehitliklere saldırmasını yaptığı basın açıklamasıyla protesto etti.